
Rêxistina PÊL pişta hêzên ciwanan digire, bi rêya ku jîngeheke guncaw ji wan re peyda bike, ji bo ku destpêşxerî û kampanyayên civakî bi cih bînin, hem jî di avakirina civakê û pêkanîna geşepêdaneke domdar de pişta wan digire.

Xurtkirina hevgirtina civakî, avakirina aştîyê bi rêya piştgirtina penaberên ku bi darê zorê ji warên xwe penaber bûne, li gel ku di beşdarkirina wan di biryarsazîyê de destekdar bin.

Piştgirtina dik û rûberên ewle û dostane bi armanca guftûgo û karvedana bo xurtkirin û hêzdarkirina rola jinê

Amadekirina forûm û taqîgehan bo derbirîna nêrîn û ramanan

Afirandina rûbereke hevbeş di navbera kesên civakê û alîyên çalak de

Zêdekirina pisporî û zanîna di warê geşkirina çandinîyê de

Hinerên kadirê ragihandinê di serederîya bi alîyên cuda yên jîyana rojane re

Xurtkirina parastina jîngehê û bîrwerîya jîngehî ya civakî, li gel afirandina rûbereke civakî û ewle di navbera birêveberîya xwecihî û civaka xwecihî de

Lidarxistina çalakî, hevdîtin, rûniştin, komxebat û kongireyên bo afirandina rûbereke hevbeş di navbera civakên xwecihî û biryarsazan de

Avakirina şiyanên tevahîya qatên civakî

Destpêkirina çalakî û projeyên ku balê dikişînin ser derdkêşanên penaberan, bi taybet desteserkirina mal û samanên wan ji alîyê komên ku desthilata dagirker pişta wan digire.


Ji karên Komxebata PÊL ya Ciwanan ya 2022yan ya bi serenavê “Pirrengîya Me… Hêza Me Ye”yê ya li bajarê Qamişloyê.
Ev tewere girtin dest:
