Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL perwerdeya ICDLê ya li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê bi dawî dike

PÊL perwerdeya ICDLê ya li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê bi dawî dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca bipêşxistin û fêrkirina têgihên sereke yên taybet bi birêvebirina dosyayan û birêkûpêkkirina wan bi awayekî dirust, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, perwerdeya ICDLê bi dawî kir.

PÊL di vê perwerdeyê de 40 beşdar armanc girtin, ku tê de hinerên sereke yên bikaranîna programên kirarê nivîsan û misogerkirina kiryarên herî baş yên bo bikaranîneke çalak, şandin û wergirtina peyamên emailê û controlkirina amadekarîyên taybet bi wan û birêkûpêkkirina wan, hinerên sereke yên pêwîst bi xanexanikên daneyan û misogerkirina kiryarên herî baş yên bo bikaranîna wan bi awayekî çalak nas kirin.

Perwerde der barê 14 waneyên ku di maweya mehekê de hatin dayîn, bi rê ve çû.

Ev perwerde di çarçoveya projeya “Vîn”ê ya ku PÊL bi cih tîne de hat birêvebirin, ya ku amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts