Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL hejmarek şîretên der barê hêsankirinê di komxebateke rahênanê de pêş kêş kirin

PÊL hejmarek şîretên der barê hêsankirinê di komxebateke rahênanê de pêş kêş kirin

Rêxistina PÊL – Tirbespî

Rûniştineke PÊL, der barê hinerên hêsankirinê de, hejmarek şîretên bo hêsankaran encam da, ku li navenda wê ya li bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdarên komxebatê re hatin gotûbêjkirin.

Komxebata ku 17 kes beşdar bûnê; hêsankirin û guftûgo, hem jî cudahîya di navbera guftûgo û gotûbêjkirinê de, pêvajoyên rûniştinên guftûgoyî û cureyên pirsên wan, li gel beşên sereke yên hêsankirinê û amrazên wê yên mîna “vesazkirin, ji nû çarçovekirin û kurtekirin” hatin danasîn.

Ji pêşniyarên ku di komxebatê de hatin pêşkêşkirin: “Nivîsan ji ber nekin, hayê we ji zimanê laş yê endamên komê hebe, hertim li komê vegerin,  kurte bikin û rawestin, hayê we ji liv û tevgera we hebe, destên xwe bi kar bînin û bê tevger nehêlin, hayê we ji axaftinên we hebe, pabendî rola xwe wekî hêsankar bibin, berevanîyê nekin, razîbûna desthilatdarkirîyan qezenc bikin û ruhê pêkenokî bi awayekî sînordar bi kar bînin”.

Beşdar gihaştin encamekê ku divê kesê hêsankar xwedî hinerên sereke be, wekî: “Bêalîtî, alînegirî, guhdarkirina çalak, vesazkirin û kurtekirin, hûnandina baş ji pirsan re, dirustîya kesayetê û têgihîştineke baş”.

Komxebat di çarçoveya projeya “Vîn”ê ya PÊL serperiştîya wê dike de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire

Related Posts