Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Di navbera pirr neyênî û kêm eyênîyan de… paşmayînên plastîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di navbera pirr neyênî û kêm eyênîyan de… paşmayînên plastîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca bîrbirina metirsî û awayên bikaranîneke çak ji plastîkê re, tevî ku bikaranîna wê pirr hêsan e, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “Bikaranîna Plastîkê û Bandora Wê li Jîngehê” bi cih anî.

Di vê komxebatê de 24 kes beşdar bûn, ku tê de mîkanîzmên çêkirina plastîkê; ji pelmerekirin, handerî, teşedan û heta bi xeritandin û cemidandinê hatin şîrovekirin, ku ev yek dikare bandoreke neyênî li jîngehê bike.

Rahêner hejmareke bandorên plastîkê anîn ziman ku ew jî ev in: “gemarbûn, guhartina seqayê, ziyanê digihîne jîyana bejê û tendirustîya mirov, ax û bayê, li gel tunekirina dahatan; ji ber ku berhemdana plastîkê, qaseyên mezin yên sotemenîya fosîlî jê re pêwîst e”.

Vê komxebatê hejmarek çareserîyên sivikirina bandora gemarbûna ku di encama plastîkê de ne encam da, rahêner û beşdaran li ser van çareserîyan li hev kir: “Veçerxandina hejmarek cureyên plastîkê di nav de cam, bikaranîna kîsên naylon cereke din berî avêtinê, paşmayînên plastîk bavêjin selikên gemarê, hin cureyên plastîkê yên rizînbar bikin semad, li gel ku madeyên plastîkî yên carekê tenê tên bikaranîn werin dûrxistin”.

Beşdarên komxebatê dît ku divê em kelûpelên plastîkî kêm bi kar bînin, bi rêya: “Ji derveyî malê bi şewik, kevçî û piyaleyên plastîk nexwin û venexwin, berhemên ji keresteyên din çêkirî bi kar bînin, bikaranîna şûşeyên avê yên careke din tên dagirtin, wekî yên ku ji polayê cêkirî ne, piştgirtina kompanyayên ku şûşeyên domdar bi kar tînin û hwd”.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku PÊL serperiştîya wê dike, ku xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştî û hevgirtina civakî de aramnc digire.

Related Posts