Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Ceqceq… ku berê ji girîngtirîn çemê deverê bû, nuha bûye gilêşxane û çaleke nexweşîyan

Ceqceq… ku berê ji girîngtirîn çemê deverê bû, nuha bûye gilêşxane û çaleke nexweşîyan

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL û hejmarek kesên pêwendîdar rewşa Çemê Ceqceq ya berî şer û ya nuha got û bêj kirin, ku çawa ji xwedîyên dikanan û niştecihên xwecihî yên nêzî çem re bû gilêşxane, di encamê de ew bû çaleke kêzikên ku nexweşîyan belav dikin. Ev yek di rûniştineke bi serenavê “Girîngîya Jîngehî û Avahîsazî ya Taxên Çemê Ceqceqê”, li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Endamên şaredarîyê, niştecih, rojnameger û rêxistinên civaka sivîl di rûniştinê de beşdar bûn, wan astengîyên jîngehî yên rû bi rûyî çem dibin ku girêdayî hilmbûna dijwar ya ava çem ya di encama bilindbûna pileya germahîyê de ne dest nîşan kirin, ev yek jî dihêle ku rêjeya gemarîyê û metiryalên jehrbûyî di nav de zêde bibin.

Her weha beşdaran gazin ji hin hêmanên din kirin ku gemarîya çem zêde dikin; wekî zêdebûna hejmara kesên ku li nav gilêşê digerin û tankên gilêşê yên nêzî çem jî vê yekê zêde dikin, lewre divê hejmara wan were kêmkirin, li gel ku gerên karkerên paqijîyê zêdetir bibin.

Di dawîya rûniştinê de beşdar gihîştin hejmarek qewîtî û pêşniyaran, yên herî girîng ev in: “Birêveberîyek bo çem li Şaredarîya Qamişloyê were damezirandin ku erkê wê şopandina alîyên jîngehî, avahîsazî û bedewbûna Çemê Ceqceqê be, bipêşxistina pergalên birêvebirina gelemper yên girêdayî çem, sûdgirtina ji ezmûnên xwecihî û taqîyên navdewletî yên di warê projeyên paqijkirina çeman û kêmkirina bandora gemarîyê, zêdekirina kampanyayên paqijî û bîrwerkirinê, çalakkirina rola ragihandinê, bikaranîna kêzikkujên dûmanî li dirêjahîya çem û bi taybet di havînan de, berferehkirina rûbera şînatîyê bi rêya çandina daran li qiraxên çem”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku PÊL bi armanca xurtkirina rola şaredarîyan ya hevbeşî û hevtêkilîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê sînordarkirina pevçûnan û piştgirtina civaka xwecihî de ji alîyê beşdarbûna di biryarstandinê de daye destpêkirin.

Related Posts