Rêxistina PÊL – Qamişlo
Bi armanca naskirina beşên Gerînendeya Avê ya li Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî ji bo naskirina mekanîzma karê wê û pêrabûnên ku standine bo ava jêrzemînî biparêzin; bi beşdarbûna 15 kesan, PÊL serî li Gerînendeya Avê da.
Xesan Ebdulah birêveberê gerînendeyê beşên wê dane nasandin; “Beşa Lêkolînan, Dîwan, Beşa Darayî, Beşa Koma Karkeran”, li gel ku giringtirîn jêderên ku avê didin bajêr pêş kêş kirin; ew jî ev in: “Bendava Sefan, Êstgeha Ceqceq, Êstgeha Hilêlîkê û Êstgeha Ewêca”.
Ebdulah der barê giringtirîn projeyên ku gerînendeyê vê dawîyê bi cih anîn, axivî, wekî siwarkirin xetên avê yên nû li taxên “Wista, Xelîc, Sîyahî”, vê yekê derdkêşana xelkên van taxan ya qutbûna avê çareser kir, aniha jî gerînende plansazîya xwe ya sala 2024an amade dike.
Her wiha gerînende li ser planên bo taxên din kar dike; wekî “Taxa Tey” ku ew jî amadekarîyên bo siwarkirin toreke din ya avê ji taxê re ye.
Ev serîlêdan di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat birêvebirin, ya ku beşdarbûna di warê xurtkirina rola ciwanan ya avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.