Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, hin amûr radestî Navenda Agirkujîyê û Berevanîya Sivîl ya Qamişloyê kirin

PÊL, hin amûr radestî Navenda Agirkujîyê û Berevanîya Sivîl ya Qamişloyê kirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, hin kelûpel û amûr ji Navenda Agirkujîyê û Berevanîya Sivîl ya bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêş kêş kirin, da ku hola rahênanê ya taybet bi encumenên xwecihî û welatîyan pê were amadekirin, bi armanca ku rûbereke hevtêkilîyê û perwerde û rahênanê ji welatî, encumenên xwecihî û komîteyên berevanîya sivîl re were peydakirin, ji bo avakirina şîyanên wan û xurtkirina saxlemîya civakî da ku bersivdana wan çalaktir bibe.

Ev li civînekê pêk hat ku hin kes ji Navenda Agirkujîyê û Berevanîya Sivîl û hinine ji tîma rêxistinê lê beşdar bûbûn, ev civîn li ser bingeha derencamên rûniştineke rahênanê hate birêvebirin ku der barê “Birêvebirina Rewşên Awarte û Bersivdana Bobelatên Xwezayî” ku berî niha hatibû lidarxistin.

Ev civîn di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, ev proje beşdarbûna di warê xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan armanc digire, da ku başdarîyeke baştir pêk bîne û aştî û hevgirtina civakî li herema Cizîrê ava bike.

Related Posts