Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Rahênanek li bajarê Hisiçayê der barê bicihanîna kampanyayeke civandin û algirtinê ya bi rêya wêne û vîdyoyan ji dozeke civakî re

Rahênanek li bajarê Hisiçayê der barê bicihanîna kampanyayeke civandin û algirtinê ya bi rêya wêne û vîdyoyan ji dozeke civakî re

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, hejmarek niştecihên taxên bajarê Hisiçayê yên jin ên ji kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê vegerîyabûn; li ser “Civandin û Algirtinê” rahêna, bi armanca xurtkirina şîyanên welatîyan, geşepêdana civaka xwecihî, piştgirîya aramîyê û beşdarîya di warê avakirina aştîyê de.

Rahênayî li ser rahênanên mekanîzmên kişandina vîdyoyên ji bo kampanyayên algirtinê, naskirina bandora deng û wêneyan li gihandina peyam û ramanên kampanyayê bi awayekî neyekser û di demeke kurt de, li gel naskirina çendî bandora wan li raya giştî û pêkanîna armancên kampanyayê heye, hatin perwerdekirin.

Rahênerê, cudahîya di navbera bidestxistina piştgirîyê û algirtinê de şîrove kir, hem jî gavên algirtinê û armancên sereke û yên qonaxî, amraz û alavên civandinê û giringîya destnîşankirina koma armancgirtî “kesên têkildar” jî şîrove kirin.

Her wiha alîyekî karekî û pratîkkirina rahênanan jî hebû, hingê rahênayî dabeşî çend koman bûn, her komekê kêşeyek pêş kêş dikir ji bo bibe mijara kampanyayeke algirtinê û piştre bi gavên ku li serê hatine rahênan; wê komê, ew kêşe wekî kampanyayekê bi cih dianî.

Ev yek di çarçoveya karê PÊL de hate birêvebirin, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatîyên bajarê Hisiçayê yên jin de yên ji kampa Holê vegerîyane beşdar bibe, da ku piştevanîya aramîyê û avakirina aştîyê li bajarê Hisiçayê bike.

Related Posts