Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bi armanca xurtkirina bîrewerîya der barê giringîya tendirustîya zarokanînê; li gundewarê Tirbespîyê hin broşûr û zembîlên tendirustîyê hatin belavkirin

Bi armanca xurtkirina bîrewerîya der barê giringîya tendirustîya zarokanînê; li gundewarê Tirbespîyê hin broşûr û zembîlên tendirustîyê hatin belavkirin

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL û bi hevrêzkarîya Encumena Navçeyê û Komîteya Tendirustîyê ya bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê; bi armanca belavkirina bîrewerîya der barê giringîya tendirustîya zarokanînê û paqijîya kesî ya jinan, hejmarek zembîlên tendirustîyê yên piçûk û taybet bi jinan belav kirin.

Ev zembîlên ku li gundê Şeybanîyê yê girêdayî bajarokê Til Merûf hatin belavkirin, tê de “vîtamîn û temamkerên xwarinê, madeyên paqijkirina destan, şampû Hamol, desmalên rûyan, mask û sabûnên rûyan û hin pêdivîyên din ên ji bo tendirustîya zarokanînê” hebûn.

Girêdayî vê yekê, PÊL berî hingê jî broşûrên der barê tendirustîya zarokanînê li gundewarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê belav kiribûn, bi armanca balkişandina ser giringîya tendirustîya zarokanînê li cem jinên li gundewaran dijîn, di van rewşên derûnî û dijwar de yên li herêmê.

Ev yek di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe û rola ciwanan di karûbarên giştî de xurt bike.

Related Posts