Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Wekhevîya di Navbera Herdu Zayendan de û Rola di Xurtkirina Hevgirtina Civakî de” komcivîneke ku ji bo jinên ji kampa Holê vegerîyane, li bajarê Hisiçayê hate lidarxistin

“Wekhevîya di Navbera Herdu Zayendan de û Rola wê di Xurtkirina Hevgirtina Civakî de” komcivîneke ku ji bo jinên ji kampa Holê vegerîyane, li bajarê Hisiçayê hate lidarxistin

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL hewl dide kesên ji kampa Holê vegerîyane û civaka ku tê de bi cih bûne, bîrewer bike der barê çawanîya “Wekhevîya di Navbera Herdu Zayendan de û Rola wê di Xurtkirina Hevgirtina Civakî de”, ji bo vê egerê, li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, komcivînek bi rê ve bir.

Vê komcivînê tekezî li wê yekê kir ku çendî giring e der barê piştgirtina rola jinan di biwarên jîyanê yên cuda de li nêrînên hev guhdar bikin, bi taybetî ew jinên ji kampa Holê vegerîyane, her wiha bal kişand ser zehmetîyên ku toşî wan dibin û çawanîya çareserkirina van zehmetîyan, hem jî rolên pêşbînîkirî yên jinan li gor dîtina jinên ku ji kampa Holê vegerîyane û nûnerên civakên ku tê de bi cih bûne.

Hejmarek ji jinên vegerîyayî da xuyandin ku wan kar ji xwe re bi dest xistîye, lê hejmarek astengî hene ku rê li pêş wan digire ku guhartineke liberçav di jîyana xwe de pêk bînin; wekî nebûna budceyeke têrbar ku projeyên xwe yên taybet bi pêş bixin, wêneyê serveyî yê li ser jinê ku tenê rola wê bi karûbarên malê rabe, li gel tûndî û gefên ewlehî di hin rewşan de.

Beşdaran xwest ku çend gav werin avêtin ji bo piştgirtin û hêzdarkirina jinan, bi rêya xurtkirina rola jinê ya sîyasî, sazkirina torên piştgirtina civakî, peydakirina piştgirîya tendirustîya derûnî û laşî, li gel beşdarkirina mêran di xebatên bîrewerkirinê de.

Ev komcivîn di çarçoveya karê PÊL de hat birêvebirin, da ku rê li tûndî û tûndrewîyê bigire, bi rêya xurtkirina hevgirtina civakî û hêzdarkirina jinên vegerîyayî û civaka ku tê de bi cih bûne, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.

Related Posts