Follow us on social media
Search
Search

“Çawanîya bersivdana rewşên awarte, agirvedan û metirsîyên cihêreng”… di komxebateke PÊL de hatin gotûbêjkirin û hin made û amûr hatin radestkirin

“Çawanîya bersivdana rewşên awarte, agirvedan û metirsîyên cihêreng”… di komxebateke PÊL de hatin gotûbêjkirin û hin made û amûr hatin radestkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Piştî komxebata rahênanê ya sêyem ya der barê “çawanîya bersivdana rewşên awarte, agirvedan û metirsîyên cihêreng” ya ku li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate birêvebirin; PÊL hin madeyên agirkujîyê û amûrên hawarçûnê radestî encumenên xwecihî kir, di nav de Komîteya Parastinê û Komîteya Bersivdana Rewşên Awarte.

PÊL bi vî karî xwest ku amadekarîyên encumenên xwecihî baştir bike, bi rêya bilindkirina asta bîrewerîyê li gel hemû qatên civakê der barê van metirsîyan û çawanîya xweparastina ji wan.

Di vê komxebatê de hin rahênan li foca agirkujîyê pêk hatin. Wekî “birêvebirina bobelatan, cureyên bobelatan, bersivdana rewşên awarte, birêvebirina tîman û hevrêzkarîya di navbera wan de, birêvebirina rewşên awarte û agirvedanan”. Piştî wê hin rahênanên der barê çawanîya agirkujîyê, cureyên agirkujan û pileyên agirvedanan hatin birêvebirin.

Piştre ew made bo çend komînan hatin radestkirin.

Ev civîn di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, ev proje beşdarbûna di warê xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan armanc digire, da ku başdarîyeke baştir pêk bîne û aştî û hevgirtina civakî li herema Cizîrê ava bike.

Related Posts