Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Der barê PÊL

PÊL – Pêlên Sivîl

Rêxistina PÊL ya sivîl ji bo rola komên civakî yên cihêreng (bi taybet jin û ciwan) di jîyana siyasî, civakî û abûrî de çalak bike, li gel ku destpêşxerî û projeyên ku hewl didin jîyana hevbeş û aştîyê bipeyitînin bide destpêkirin û rewşeke guncaw bo çalakkirina jîyana sivîl di civakê de peyda bike hat damezirandin.

PÊL, ji bo xurtkirina hizira afrîner û peyitandina prensîpên hukumê çak di nav pêkhateyên civakê de, peyitandina têgihên hevjîyana aştîyane “aştîya navxweyî” di navbera pêkhateyên civakê de, li gel xurtkirina rola jinê û tevlêkirina wê di jîyana siyasî, civakî û abûrî de, tevî hêzdarkirina ciwanan û çalakkirina rola wan di civakê de kar dike.

PÊL di çarçoveya rûbereke erdnîgarî ji nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li gelek bajar û navçeyan kar dike, bi rêya navendên fîzîkî ku bi hemû alavên lojistîk û holên taybet bi çalakîyan amadekirî ne: Li Girkê Legê, Tirbespî, Qamişlo, Hisiça, Kampa Waşokanî, Dirbêsî, Kampa Ên Îsa û Reqayê.

PÊL ji rêxistinên çalak û pêşeng li ser asta herêmê tê dîtin, ku kadirekî karmendên pîşeyî û şareza li xwe digire, her weha li cem alîyên pêwendîdar yên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê bawerîyê ye. PÊL xwedî ezmûneke kûr û dirêj e di warê avakirina rûberên hevbeş bi alîyên çalak û navendên biryarsaz yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, ev yek di beşdarbûna kesayet, deste û sazîyên ku li gel Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin di çalakî, komxebat û taqîgehên ku ji alîyê PÊL ve tên lidarxistin ji gava ku hatiye damezirandin de tê bigewdekirin.

Hem jî PÊL li gel alîyên navdewletî yên daner cihê bawerîyê ye, lewre wê li ser projeyên cihêreng kar dikir û hê jî li ser dirêjahîya 10 salan bi alîyên daner yên cuda re kar dike, ku ji wan; NPA, Adopt a revolution, PAX, IWPR, Creative, Mercy, li gel ku di civîn û çalakîyên navdewletî de bi awayekî gerîyane beşdar dibe.

Rêxistina PÊL, ji gava ku hatiye damezirandin di sala 2013an de, hewl dide civakeke ku di rewşeke piştgir ji aştîya navxweyî û hevgirtina civakî re de bijî pêk bîne, ku tê de geşepêdana domdar ya sazîyên civakê di bin sîwana prensîpên demokrasî, pirrengî û azadîyên giştî de geş bibe, bi rêya komeke xebat û çalakîyên ku tevahîya pêkhate û qadên civakê armanc digirin, da ku jîyana hevbeş û aştîyê bipeyitîne û rewşeke guncaw bo çalakkirina jîyana sivîl di civakê de peyda bike. Ev xebat û çalakî di çarçoveya çend rêgehan de tên lidarxistin.

Bînayî

Rêxistina PÊL – Pêlên Sivîl, hewl dide civakeke sûrî ku di atmosfereke piştgir ji aştîya navxweyî û hevgirtina civakî re de dijî pêk bînin, ku geşepêdana domdar ya sazîyên wê tê de geş bibe, di bin sîwana prensîpên demokrasî, pirrengî û azadîyên giştî de.

Peyam

Rêxistina PÊL – Pêlên Sivîl, ji bo rola komên civakî yên cihêreng “bi taybet jin û ciwan” di jîyana siyasî, civakî û abûrî de çalak bike, li gel destpêkirina destpêşxerî û projeyên ku hewl didin jîyana hevbeş û aştîya navxweyî bipeyitînin û rewşeke guncaw bo çalakkirina jîyana sivîl di civakê de peyda bikin hat damezirandin.

Meremên Stratejîk
  • Xurtkirina hizira afrîner û peyitandina prensîpên hukumê çak li cem pêkhateyên civakê.
  • Karkirina bo peyitandina têgihên hevjîyana aştîyane “aştîya navxweyî” di navbera pêkhateyên civakê de.
  • Xurtkirina rola jinê û tevlêkirina wê li jîyana siyasî, civakî û abûrî.
  • Hêzdarkirina ciwanan û çalakkirina rola wan di birêvebirina karûbarên giştî de.
  • Baldayîn û parastina jîngehê û parastina dahatên sirûştî.
  • Piştgirtina programên debarên jîyanê û programên geşepêdanî.
  • Plansazkirin û belavkirina lêkolînan li kertên civakî, abûrî, çandinî, mafnasî û hwd.
Armancên Stratejîk
  • Piştgirtin û belavkirina kiryarên demokratîk û guftûgoya civakî di nav kesên civakê de.
  • Plansazkirina destpêşxerîyên ku di pejirandina pirrengîya olî, nijadî, ramyarî û siyasî di civakê de destekdar dibin.
  • Handana destpêşxerîyên sivîl û beşdarbûna di bipêşxistina wan de.
  • Zêdekirina bîrwerîya ciwanan, ku ew dikarin bi rol û şiyanên xwe bandorê di biwarên cuda de bikin; siyasî, abûrî û civakî.
  • Zêdekirina bîrwerîya bi jinê û rola wê di qadên siyasî, abûrî û civakî yên cuda de.
  • Qezenckirina ciwanan ji hinerên ku hêzê bidin wan ku bi roleke çalak di biwarên siyasî, abûrî û civakî yên cuda de rabin.
  • Qezenckirina jinan ji hinerên ku hêzê bidin wan ku bi roleke çalak di biwarên siyasî, abûrî û civakî yên cuda de rabin.
  • Xurtkirina çanda guftûgo û hevjîyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda de.
Belavbûna Erdnîgarî
  • Navenda sereke li bajarê Qamişloyê ye.
  • Navenda Hisiçayê.
  • Navenda Tirbespîyê.
  • Navenda Girkê Legê (dawîya sala 2019an hat girtin).
  • Navenda Kampa Waşokanî.
  • Navenda Reqayê.
  • Navenda Kampa Ên Îsayê (navend hat şewitandin).