Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Çemê Ceqceq… arîşeyeke jîngehî ku hebûna xwe disepîne û projeyên li benda bicihanînê ne

Çemê Ceqceq… arîşeyeke jîngehî ku hebûna xwe disepîne û projeyên wê li benda bicihanînê ne

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Sonak Kesbak, jineke ji niştecihên taxa Bişêrîyê ye, sibehê gava cilên xwe yên ku şûştine ji ser têlê dadixe û wan bêhn dike, hingê bi lez wan ji ber bêvila xwe dide alî, çimkî hilma gilêşa Çemê Ceqceq ya dahûryayî ji wan difûre, ji ber mala wê raserî çem e.

Sonak destên xwe yên tev şûna pêvedana kelmêşan in dide pêş û ji PÊL re dibêje: “Havîn tê û hilma genî zêdetir dibe, divê em koç bikin heta ku ji vê rewşê xilas bibin”.

Berdewam dike û dibêje: “Kelmêşan em xwarin, şûna pêvedana wan jî demekê dirêj dimîne, va ne dest û lingên me tev ew in, heta em nikarin li ber mala xwe jî rûnin, çimkî cird, mişk, tûpişk û mar pir in, dibe di her kêlîyekê ji çem derkevin û berê xwe bidin me, heta bi mêvanan jî bêvilên xwe digirin û baz didin hundir, ew li derve rûnanin”.

Kespak dibêje: “Em nîvê şevê dengê motor û siwareyan dibihîzin ku ji ser Pira Bişêrîyê kîsên gilêşê diavêjin û gava li binê çem dikevin deng digihê cem me”.

Ev jina ku 50 salîya xwe derbas kiriye ji şaredarîyê dixwaze ku yan çem paqij bikin û nehêlin kes gilêşê biavêje nav, yan jî bigirin.

Dîmen û wêneyên ku me ji çem re kişandin, didin xuyandin ku çem pir gemar bûye, ji çavkanîya xwe û heta digihêje Xabûrê bi dirêjahîya 124 km, nêzî 500 hezar niştecih pê bandor dibin. Li kêlekekê kîs û hefadeyên zarokan û pêlavên

kevn li ser hev komkirî ne, li kêleka din jî hin kes di nîvê bazarê de gilêşa xwe dişewitînin.

“Çavkanîyeke gurîbûn û nexweşîyê”

Di heman taxê de û piştî çend malan Yeldiz Şemûn kevanîya malê, wê hertim rexne dikir li “belavbûna nexweşîyên ji kombûna gilêşê di Ceqceq de, dîmena bazarê ya ne şaristanî, çimkî çem bûye gilêşgeheke mezin”.

Xanim Yeldiz hilmê dişayesîne û dibêje: “Ew pir genî ye”. Li gel ku piranîya zarokên taxê bi gurîbûnê ketine, ev nexweşîya di vê dawîyê de pir berbelav bûye di encama gemarbûna çem de.

Xanim dibêje: “Berpirsîyarên destpêkê niştecih bi xwe ne û piştre şaredarî ye”, ji ber ku şaredarîyê berî niha çend caran hewl da çem paqij bike, lê niştecihan dîsan jî gilêş avêtin nav, vê yekê hişte ku rewş kembaxtir bibe, li gor axaftina xanimê.

Wêneyeke setalayta şopandina qaseya gemarbûnê ku PÊL bi dest xist, da xuyandin ku devera çem ew ya herî gemarbûyî û ya herî bandor lê bûye li navenda bajêr. Ev yek bi rêya lêkolînekê ku PÊL pê rabû, hate xuyandin, bi armanca ku amadekarîyên destpêşxerîyeke jîngehî di beşeke çem de werin amadekirin, bi taybetî ew beşa çem ya nêzî rawestgeha teksîyên Enterîyê – Qenat El-Siwês ya li nîvê bazarê.

Gava kamîreya PÊL li kêleka çem digerîya, ew rastî Silêman Metaşîr yê ji gundê Hacîya Mezin yê girêdayî gundewarên Qamişloyê hat, wî got: “Kêşeya çem ne tenê girêdayî bajarê Qamişloyê ye, lê belê hemû gundên li dirêjahîya her du alîyên çem ji ber gilêşê derdan dikêşin, her wiha ji ber gemara çem nexweşî li gundê Til Merûf belav bûn”.

Metaşîr bang li alîyên pêwendîdar kir ku alîkarîyê ji wan re pêş kêş bikin.

Nebîl Derwîş xwedîyê dikanekê nêzî çem e, wî wekî govanekî axaftina kesên berî xwe tekez kir û ji PÊL re got: “Heta gava ku çem dihate paqijkirin, niştecih di vî warî de ne alîkar bûn, tevî ku tankên taybet bo gilêşê li derûdora çem dihatin bicihkirin, lê niştecihan bi berdewamî gemara xwe diavêtin nav”.

Derwîş dibîne ku cihê şermê ye bi taybetî li pêş bîyanîyan yan gava xelkên bajarên din serî li bajarê me didin ku rewşa çem bi vê gemarê be; wî got: “Ev çem wêneyekê ne paqij û ne şaristanî dide xuyandin”.

“Projeyek li benda erêkirinê ye”

Gava me rewşa çem ji xelkê dipirsî em rastî Nalîn Elî hatin ku rojnamegereke ajansa North Press e, wê ji me re got ku çend rapor li ser çem amade kirin, hem jî berê xwe dabû şaredarîyê, wê bi xwe jî got ku planên bo paqijkirina çem amade kirine, “Ew plan bi cih nehatin ji ber ku budceya têra wan planan bike, tune ye”.

Nalîn got ku ev çem nexweşîya bêhnçikî û nexweşîyên sîngê bi xelkê re çêkirin.

Zavîn Kasparîyan ji alîyê xwe ve dîyar kir ku gava zeliqok li ser belkona mala xwe ji cirdan re datîne, wî got: “Em ditirsin nexweşîya kolerayê vegere, çimkî ew dê rewşa me kembax bike heger çem wisa bimîne”.

Kasparîyan hêvî dike ku çareserîyeke lezgîn ji kêşeya çem re were dîtin, di nav de parêzvan yan çavdêrek jê re were erkdarkirin.

PÊL dixebite ku balê bikişîne ser arîşeya çem, da ku tekezîyê li bandorên nerênî yên gemarbûna çem bike, bi rêya xurtkirina bîrewerîya jîngehî di civakê de, berfirehkirina rûbera şînatîyê li derûdora çem, zêdekirina kampanyayên paqijkirinê li derûdora çem da ku dîmena bedewbûnê ya navenda bajêr baştir bibe, birêkûpêkkirina barkirina gilêşê bo çem were vejandin, sînordarkirina kêşe û pevçûnên di encama bandora jîngehî ya gemarbûna çem û zuhabûna wî de rû didin, li gel ku tekezîyê li pêwîstîya beşdarbûna civaka xwecihî bike, li ser bingeha xurtkirina beşdarbûna civakî û parvekirina berpirsîyarî û rolan di navbera civaka xwecihî û sazîyên pêwendîdar de.

Munzir Silêman ji Birêveberîya Çavdêrîya Jîngehî ya Herêma Cizîrê, der barê kêşeya çem de dibêje: “Gelek cotkar li her du kêlekên çem xwe dispêrin çem da ku zevîyên xwe av bidin, li gel ku hin niştecih jî zîyanê li çem dikin, tevî ku hin pêrabûn di mafê wan de hatin standin jî, her wiha me serpêçî dan hin projeyan; wekî projeya çandina sebzeyan li her du kêlekên çem ku jê dihatin avdan”.

Silêman amaje bi wê yekê kir ku rêjeya ava ji Tirkîyeyê diherike daketîye kêmî nêvî, ji ber vê yekê madeyên di nav avê de radeya wan zêde bûye û bandor li kêrhatina avê ji çandinîyê re bûye, li gel ku destav û karîz berdidin çem; çi li Tirkîyeyê çi jî li hundirê welêt.

Vê dawîyê Tirkîyeyê bendavek li ser çem ava kir li devera Bafirn Koy, vê yekê hişte ku ava çem havînan zuha bibe û herikbarîya avê jî her û her kêm bibe di navbera salên 1994 – 1995 û 2000 – 2001ê de, heta gihîşte 103 milyon m³/salê, bi pirbûnekê gihîşte 3,26 m³/di çirkeyê de.

Li gor lêkolîneke Rêxistina PÊL; dewleta Tirkîyeyê sala 1983yan rêgeha çem guhart, masî xistin nav û gav li dûv gavê herikîna ava çem her diçû kêm dikir, piranîya deverên li dirêjahîya çem; ji navçeya Bedenê heta taxa Tertebê, piranîya van zevîyan xwe dispartin ava çem di çaxê avdanê de.

Munzir çareserîyê pêş kêş dike û dibêje: “Lêkolînek heye ku êstgehek bo parzûnkirina ava çem were avakirin, lê astegîya li pêş me kêmbûna avê ye, bi taybetî di havînan de gava germbûn zêde dibe. Ev lêkolîn hemû werzên salê digire dest, me di demên salê yên cuda de nimûne ji ava çem girtine, em kar dikin ku di demên pêş de av bi kêrî çandinîyê were, dibe ku em kar bi pêş bixin û avê bikin bikêrî vexwarinê jî”.

Silêman hêvî dike ku ev proje were erêkirin, da ku bi cih were û çavkanîyeke avdanê li cem me hebe, li gel ku em ji hilma genî û kêzikên zîyanker xelas bibin.

Hê jî di nîvê bajêr de arîşeyeke asê heye ku çareser nebûye. Hin kes dibînin ku çareserîya wê sîyasî ye, ew jî divê Tirkîye avê berde û bi vî awayî dê av gemarê bidehfîne, hingê xelk dê çem wekî cihê gemarê nebînin. Hin kesên din dibînin heke alîyên pêwendîdar baş guh bidinê dê bandoreke xurt li guhartina rewşê bibe.