Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Fîlmê “The Lorax”… anîmasyonek e balê dikişîne ser giringîya rûbera şînatîyê

Fîlmê “The Lorax”… anîmasyonek e balê dikişîne ser giringîya rûbera şînatîyê

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Rêxistina PÊL, der barê jîngehê û giringîya rûbera şînatîyê ji paqijkirina ba re, bi beşdarbûna 29 kesan (8 xort û 21 keç), li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê fîlmekî anîmasyon 3D bi navê “The Lorax” pêş kêş kir.

Fîlmê “The Lorax” ji romaneke nivîskar û wênesazê amerîkayî “Theodor Seuss” hatiye wergirtin ku cara pêşîn sala 2012an hate pêşkêşkirin û xelata baştirîn fîlm wergirt di gera 22yem ya şahîya belavkirina xelatên Komeleya Ragihandina Jîngehî ya li Amerîkayê.

Fîlm rewşa jîyanê pêş kêş dike heke dar û şînatî neman û ba gemar bû û xelk neçar bûn ku bayê paqij bikirin, her wiha metirsîya vê yekê ji alîyê tenduristî û darayî ve. Bi vî awayî peyameke hişîyarî û lojîkî der barê bandora neyênî ya birrîna daran û şewitandina wan li paşeroja jîngehê bi giştî şand.

Piştî pêşkêşkirina fîlm, beşdaran nêrînên xwe der barê fîlm de derbirandin, wan got çendî pêwîst e fîlmên ku balê dikişînin ser çandina daran û zêdekirina rûbera şînatîyê werin pêşkeşkirin, hem giringîya beşdarkirina alîyên çalak û kesên navdar wekî romannivîsan di mijarên jîngehî de anîn ziman.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan ya beşdarbûna di avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.

Related Posts