Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, çend nimûneyan ji taqîyên jinan yên serkeftî di rûniştinekê de pêş kêş dike

PÊL, çend nimûneyan ji taqîyên jinan yên serkeftî di rûniştinekê de pêş kêş dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi rêya pêşkêşkirina çend taqîyên ku jinan pêk anîn û gotûbêjkirina giringîya  wan di bipêşxistin û geşepêdana civakê de, hem jî xurtkirina ji-xwe-bawerîyê di hemû qadên jîyanê de, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştinek der barê “Giringîya Taqîyên Jinan di Geşepêdana Civakê de” bi cih anî.

Di vê rûniştinê de 21 kes beşdar bûn.

Çend jinên ku serpêhatîyên xwe vegotin, didîtin ku bipêşketina civakî berpirsîyarîyên jinê di civakê de zêde kirine, çimkî rola wê niha ji-xwe-bawerîyeke zêdetir û ramanên afrîner û ast-bilind dixwaze.

Hin jinên din dît ku ji mêj ve jin karîbû xwe bi hemû karan û rewşên jîyanî re biguncîne, wê çandinî kir, karên destan û gelek karên din jî kirin, lewre ew dikare xwe bi kirîzên heyî û derencamên wan re jî biguncîne, bi taybetî alîyê girêdayî rewşa ku welat toşî wê dibe.

Her wiha jin der barê ezmûnên xwe yên taybet de axivîn, çimkî piranîya wan projeyên xwe yên taybet damezrandine.

Hem jî wan giringtirîn astengîyên ku jinên karker toşî wan dibin, anîn ziman, piştre li ser bingeha wan ew gihîştin hejmarek çareserî û pêşnîyarên ku dikarin guvaşa li jinê sivik bikin; wekî “lidarxistina rûniştinên geşepêdanî û perwerdeyî bi ritmeke zêde, pêşkêşkirina qerdan û dîyarîyên darayî yên ji bo geşkirina projeyên jinan, li gel piştgirtina wan ji alîyê derûnî ve û… hwd”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de, ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts