Rêxistina PÊL – Qamişlo
Niştecihên taxên paşguhkirî yên bajarê Qamişloyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, zehmetîyên kêmbûna xizmetguzarîyên tendirustî û perwerdehîyê dikişînin, çimkî ev tax di salên 70î de hatin avakirin, ji encama koçberîya ji gundan ber bi bajaran ve ku ji sedem lawazîya geşepêdanê li gundewaran dihate kirin.
Lewre, PÊL mijara “Taxên Paşguhkirî yên Bajarê Qamişloyê, Rewş û Astengîyên Wan” di rûniştineke guftûgoyî de got û bêj kir. Hejmarek niştecihên van bajaran, nûnerên şaredarîyê û alîyên pêwendîdar li vê rûniştinê beşdar bûn.
Şaredarîyê di vê rûniştinê de da xuyandin ku kêşeya nebûna elektrîkê sedema wê nebûna budjeyekê ku têra çaksazkirina tora elektrîkê bike, ya ku bi topbaranên Tirkîyeyê yên vê dawîyê hatin wêrankirin û ji kar ketin, lê hin proje hene dê li taxên “Enterî, Zeytûnî û Cimiayê” bi cih werin, ev projeyên ku tên bicihkirin ji pêşnîyarên niştecihan in.
Her wiha beşdaran kêşeya veguhastinê jî anî ziman, wekî nebûna siwareyên ku têra peyayan bikin, nexasim gava ev siware diçin para xwe ya sotemenîyê werdigirin, hem jî çalaknekirina hejmarek ji van siwareyan, li gel ku rawestgeh ji devera sekinandina peyayan dûr in.
Vê rûniştinê hejmareke pêşnîyar encam da ku yên herî berz, ev in: “Sazkirina planên nû ji taxên paşguhkirî re, bilindkirina asta perwerdeyê, çareserkirina dîyardeya lawirên beredayî, damezirandin û çalakkirina malpereke taybet ji gilîyên welatîyan re yên têkildarî veguhastinê, peydakirina ava vexwarinê û baştirkirina tora avrêjîyê û jêrxaneyê bi giştî û hwd”.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir, avakirina aştîyê û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.