Rêxistina PÊL – Hisiça
PÊL tekezî li wê yekê kir ku pêwîst e kesên ji kampa Holê vegerîyane û civaka tê de bi cih bûne, fêrî hinerên çareserkirina nakokîyan û hinerên guftûgokirinê bibin, da ku rola civakê di avakirina aştîyê de were xurtkirin, her wiha rê li tûndî û tûndrewîyê were girtin, bi rêya xurtkirina hevgirtina civakî. Ev yek di rûniştineke PÊL de li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hate lidarxistin.
Beşdarên herdu alîyan, ên me li jor anîn ziman, ev mijar got û bêj kirin; rola kes û koman a xurtkirina aştîyê li nav civakê, ji bo ku şêweyên çareserkirina nakokîyên li nav civakê û mekanîzmên guhdarkirina li hesên din û rêzgirtina hevûdin vebînin, hem jî li ser hin stratejîyan lihevkirinek hebe ku bikêrhatî be ji bo jîngeheke dostane were avakirin.
Hejmarek ji beşdaran bang li wê yekê kir ku dadmendî û wekhevîya belavkirina dahatan were xurtkirin bi rêya sazkirin û amadekirina sîyasetên belavkirina dadmend ji dahat û xizmetguzarîyan re li ser kesên ji kampa Holê vegerîyane û civaka ku tê de bi cih bûne, di nav de, derfetên kar û xizmetên tendirustîyê.
Hin beşdarên din bang li wê yekê kir ku pêwîst e beşdarîya jin û ciwanan di avakirina aştîyê de were xurtkirin, destpêşxerîyên ji bo jinavbirina cêwazkarî û tûndrewîyê werin destpêkirin, li gel belavkirina çanda bexşandinê bi rêya destpêşxerîyên ku li hember ramanên nijadperestîyê derkevin.
Ev rûniştin di çarçoveya rêzerûniştinên guftûgoyî û komxebatên rahênanê de yên li Hisiça û Dêrezorê hatin lidarxistin, tê de belgekirin û nêzîkkirina nêrîn û têkilîyan di navbera kesên ji kampa Holê vegerîyane û civaka ku tê de bi cih bûne, hate armancgirtin.