Rêxistina PÊL – Hisiça
PÊL, di rûniştineke xwe de “astengîyên rojane” yên toşî kesên vegerîyayî dibin û yên civaka ku tê de bi cih bûne, ji alîyê pejirandina wan û hêsankirina tevlêbûna wan li nav civakê, li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, got û bêj kirin.
Di vê rûniştinê de hejmarek kesên ji kampa Holê vegerîyane, nûnerên civaka tê de bi cih bûne û kesên biryarsaz jî beşdar bûn, bi armanca xurtkirina gîyanê hevhesîn û piştgirîyê di navbera herdu alîyan de.
Kesên vegerîyayî astengîyên herî zêde toşî wan dibin, dane xuyandin, li ser bingeha rewşa tê de dijîn piştî ku ji kampê vegerîyan, astengîyên herî berz jî ev in: “Civaka ku tê de bi cih bûne wan napejirîne, kêmbûna derfetên kar, kêmbûna baldarîya tendirustî, jihevketina malbatê û hin astengîyên din jî”.
Ji alîyê xwe ve, nûnerên civaka ku kesên vegerîyayî tê de dijîn, astengîyên herî berz ên girêdayî pejirandina van kesan di nav civakê de anîne ziman, wekî “bêkarî, bi tirsê dihesin û nikarin bi ewlehî û aştîyê bihesin, fişarên civakî yên bandorê li têkilîyên civakî dikin, li gel kêmbûna şîyana wan ku têkilîyan dirust bikin û… hwd”.
Li ser vê bingehê, beşdaran pêşnîyar kir ku çalakîyên çandî û civakî werin lidarxistin da ku bibin alîkar di warê xurtkirina hevtêgihîştinê û dirustkirina têkilîyên erênî di navbera wan de.
Ev komcivîn di çarçoveya karê PÊL de hat birêvebirin, da ku rê li tûndî û tûndrewîyê bigire, bi rêya xurtkirina hevgirtina civakî û hêzdarkirina jinên vegerîyayî û civaka ku tê de bi cih bûne, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê