Rêxistina PÊL – Reqa
Tabloyên ku li taxa Mefreq El-Cezra ya li bajarê Reqayê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bala xelkê kişand, ew tablo der barê bandorên neyînî yên kişandina madeyên hişbir bûn, ev yek bi belavkirina hin belavokên bîrewerane der barê vê kêşeyê hate xurtkirin.
Ev xebat piştî çalakîyeke PÊL hate bicihkirin ku tê de bal kişande ser metirsîyên kişandina madeyên hişbir, nexasim berbelavbûna wan li nav bajarê Reqayê, li gel ku tirsa xelkê ji kesên van madeyan dikişînin zêde bûye.
Êdî parkên giştî yên bajêr bûbûn penageheke ku kişînerên van madeyan lê kom dibûn, heta wê radeyê ku hejmareke mezin ji niştecihan û bi taybetî jin nikarîbû li wan deveran rûnin, li gor agahîyên hin ajansên ragihandina xwecihî.
Vê destpêşxerîyê xwest ku hem li gel kişînerên madeyên hişbir, hem li gel kesên ku dikin wisa bikin û hem jî li gel ciwanan bi tevahî bîrewerîyeke binhişî ava bike, bi rêya ku agahîyan bide wan der barê zîyanên van madeyan ên tendirustî û civakî, li gel bandora neyînî ya aloz a berbelavbûna çekemenîyan.
Ev xebat di çarçoveya projeya PÊL de hate bicihkirin, ya ku xurtkirina aştîya dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de armanc digire, bi serkêşîya hin ciwanên ku bi tundî û şermezarîya civakî bandor bûne.