Rêxistina PÊL – Tirbespî
Li deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hejmareke bandor û astengîyên sîyasî û abûrî di çend salên bûrî de rû da, li gel hebûna gefên derveyî, vê yekê bandoreke neyînî li civaka xwecihî kir û hejmareke kirîz jî encam da, wekî “bilindbûna buhayan, yekdestî, nebûna çavdêrîyê”, hem jî rewşa jîyanê dijwartir kir.
Li ser vê bingehê, PÊL di rûniştineke guftûgoyî de “hêmanên sîyasî û abûrî” got û bêj kirin, bi armanca ku dahûrandineke destpêkî ji hêmanên abûrî û civakî yên li bajarê Tirbesipîyê û gundewarên wê re çêke, tevî bandora wan li ciwanan û jinan û komên paşguhkirî jî, li gel ku pêdivî hatin destnîşankirin.
Ji mijarên herî giring ên beşdaran got û bêj kir; sizayên abûrî yên navdewletî, yên ku bandorên neyînî li niştecihan kir, çimkî karûbarên weberhênan, nûkirin, berhemdan û bazirganîyê rawestandin, berhemdana petrolê kêm kir ji ber kêmbûna dahatên petrola hinardebûyî, kêmbûna para kes ji dahata neteweyî û kêmbûna hêza wî ya kirînê, bilindbûna rêjeya enflasyonê, zêdebûna rêjeya bêkarîyê, kêmbûna nirxê lîreya sûrî beramberî diravên bîyanî, di encama van sedeman de, rawestîneke abûrîyê rû da.
Beşdaran kêşeyên ciwanan ên têkildarî bêkarîyê û koçberîya ku zêde dibe û hem jî hiştîye welat ji destên kedkar ên berhemdêr û hêzên ciwan ên çalak bêpar bimîne, li gel ku nebûna çareserîyeke sîyasî berbiçav hîn jî berdewam e, bi taybetî ku bidestxistina pêdivîyên zewacê ji bo ciwanan pir zehmet bûye.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, ku hewl dide di amadekirin û bilindkirina hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de beşdar bibe, yên ji bo geşepêdana xwecihî, xurtkirina rola ciwanan di karûbarên giştî de, li gel ku ev kes di biryarsazîyê û pêşkêşkirina ramanan de beşdar bibin.