Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL giringîya guhartina avanîyê û hilbijartinên şaredarîyan, li gel karvedanên wan li karê şaredarîyan û rewşa xizmetguzarîyê û beşdarîya gelêrî, her wiha rola rêxistinên civaka sivîl û ragihandinê ya bipêşxistina bîrewerîyeke civakî, di rûniştinekê de li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê got û bêj kir.
PÊL di vê rûniştinê de hewl da balê bikişîne ser kiryarên demokratîk ên di warê hukumdarîya xwecihî de, li gel giringîya bipêşxistina bîrewerîya civakî ya ji bo beşdarbûna di biryarsazîyê de.
Hejmareke ciwanên bajêr, mafnas, sîyasetmedar û pêşengên civakî, kesên biryarsaz ên ji nav Desteya Bilind a Hilbijartinan, rojnameger û hejmareke nûnerên rêxistinên civaka sivîl li vê rûniştinê beşdar bûn.
Hatîye pesendkirin ku hilbijartin 11 hezîrana 2024an, li 121 şaredarîyan werin lidarxistin, da ku nûnerên nû ji encumenên şaredarîyan re ji alîyê niştecihan ve werin hilbijartin, bi armanca baştirkirina rewşa jîyanê û peydakirina xizmetguzarîyên baştir ji welatîyan re.
Beşdaran mercên berbijêrî û hilbijêrîyê got û bêj kirin, ku divê kesê berbijêr an hilbijêr; ji welatîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê be, heger penaber be, divê hebûna xwe li herêmê ku zêdetirî 5 salan be bipeyitîne û jîyê wan ji 18 salan zêdetir be.
Alîyên pêwendîdar pêrabûn û rênimayên taybet bi rêkarîya dengdanê dan xuyandin; ew jî ev in: Ji mafê her welatîyekî ye ku li gerînendeya xwe carekê tenê dengê xwe bide, navê kesê dengê xwe dide, di tomarên hilbijêran de li navendên dengdanê tê parastin, karta wan tê morkirin û nasnameya wan li çaxê dengdanê tê tomarkirin, ximaveke nepenî bi tilîka hilbijêran ve tê dan û hwd, ev hemû jî ji bo zelalîya rêkarîya hilbijartinê misoger bimîne.
Her wiha dan xuyandin ku nûnerên partîyên xweser, çavdêrên navdewletî, rêxistinên civaka sivîl û rojnameger jî li gel sendoqan hene, da ku zelalî û destpakîya rêkarîya hilbijartinan bişopînin.
Vê rûniştinê hejmareke qewîtî û pêşnîyar encam da, ji yên herî giring ev in: “Guhdarkirina li nêrînên hilbijêran, belavkirina agahîyên girêdayî hilbijartinan li ser alavên têkilî û ragihandinê, nabe ji alîyê berbijêran ve têkevin bin guvaşê, pêşkêşkirina xizmetên rasteqîn ji civakê re, liberçavgirtina pirrengîya nijadî û neteweyî, li gel handana welatîyan ku di hilbijartinan de beşdar bibin û… hwd”.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, tevlêbûneke baştir pêk bîne û aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê ava bike.