Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL hejmareke keç û xortên ciwan fêrî programa “Excel”ê kir, da ku derfeta wan a bidestxistina karekî li dezgeh û sazîyan hêsan bibe, ev yek jî bi rêya komxebateka rahênanê ku li Qamişloyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, hate lidarxistin.
Beşdarên komxebata ku 8 rojan berdewam ma, fêrî gelek pêkanînan bûn, ji wan: Çawanîya hevrêzkirina daneyan û têxistina xişte û nexşeyan, bikaranîn binkeyên daneyan, giriftarîyên jimarî, nivîsarî û mantiqî, serederîya bi daneyên dergehkirî re, li gel naskirina hevkêşeyên herî giring ên karê derbaskirina daneyan û prosekirina wan.
Komxebat bi nirxandineke piştî perwerdeyê hate bidawîkirin, da ku bipêşketina rahênayîyan were naskirin, hingê rêjeya bipêşketina wan gihîşte %30 ji asta wan a berî komxebatê.
PÊL berîya demekê, di vê mehê de, komxebateke rahênanê der barê programa El-Emîn a taybet bi jimaryarîyê, li bajarê Tirbespîyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi rê ve bir, bi armanca hêzdarkirina ciwanan ku karibin programên jimaryarîyê bi awayekî herikbar bi kar bînin.
Ev komxebat di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî de yên ji bo geşepêdana xwecihî beşdar bibe û rola ciwanan ya di warê karûbarên giştî de xurt bike.