Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, bi armanca ku balê bikşîne ser pêvajoyên bipêşveçûna Rêveberîya Xweser, bi serenavê “Rêveberîya Xweser: Kurtexwendineke Rexneyî”, li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, semînereke karvedanî li dar xist.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên civakî li vê semînerê beşdar bûn.
Pêşkêşvanê semînerê nivîskar Alan Pîrê, tekezî li pêvajoyên bipêşveçûna Rêveberîya Xweser li ser sê qadan kir: “Qada sîyasî, qada serbazî û qada xizmetguzarîyê”.
Birêz Alan da xuyandin ku dan û standin li ser asta derveyî hene, beranberî vê yekê bazarkirineke din heye li ser asta hundirîn wekî “danûstandinên kurdî-kurdî”, îcar heger kêmasî hebe, ew ne di ramana dîtaneyî de, lê belê ew di pêkanîna karekî da ye.
Beşdaran hin xalên girêdayî alîyê xizmetguzarîyê got û bêj kirin, wek “bilindkirina buhayê sotemenîyê, kêmbûna nirxê lîreya sûrî beranberî dolar, sûdê sermayeyê nagirin ji bo baştirkirina rewşa jîyana welatîyan û hin xalên din jî”
Hejmarek ji beşdaran got ku rexnekirin hêsan e, lê pêşnîyarkirina çareserîyan zehmet e, ji ber ku tenê beşek ji vê kêşeyê zêdeyî hêza dewletan ne ku çareser bikin, lewre divê rêxistinên civaka sivîl û sendîka û yekîtî; kesayetekê xurt bipeyitînin ku karibe bandorê bike û rayeke giştî ya bibandor biafirîne.