Rêxistina PÊL – Tirbespî
PÊL, hejmareke ciwan fêrî mekanîzmên piştgirîya derûnî ji komên paşguhkirî û ciwanan re kir, da ku kêşeyên derûnî, bandora wan, rûbirûbûna wan û geşkirina reftarên erênî, heta gihîştina pileyeke guncaw ya tendirustîya derûnî. Ev komxebat li bajarê Tirbesipîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hat lidarxistin.
Komxebatê tekezî li hin xalên giring kir, wekî “sedemên tengezarî û nîgeranîyê li cem ciwanan, rê û rêbazên parastina tendirustîya derûnî, li gel stratejîyên xurtkirina tendirustîya derûnî û xweparastinê”.
Beşdaran anî ziman ku kêşeyên derûnî di qonaxa zaroktîya destpêkî û sîpetîyê de dest pê dikin, tiştê ku niha ciwanan dilgiran dike rewşa jîyanî, erkê leşkerîya neçar, kêmbûna derfetên kar, hizirîna bi koçkirinê û avakirina jîyaneke aram, li gel hin kêşeyên din ên ku kirîza Sûrîyeyê ew sepandine.
Kesên pêwendîdar ên di rûniştinê de beşdar bûn dan xuyandin ku sedemên herî berz ên tengezarî û nîgeranîyê girêdayî “sedemên mîrasî, torên civakî, rasthatina li helwestên ku mirov tê de li ber xwe dikeve, acizkirin, kêmbûna jixwebawerîyê û xwezaya kesayetê” ne.
Di dawîya rûniştinê de beşdaran hejmareke şêweyên sivikkirina tengezarî û nîgeranîyê ku yên herî giring ev bûn: “Werzîş, têrxewî û tîmara tendirust, têkilîyên civakî yên tendirust, birêkûpêkkirina demê, birêvebirina erkan û naskirina bê guvaş çawa tê kontrolkirin”.
Ev komxebat di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe û rola ciwanan ya di warê karûbarên giştî de xurt bike.