Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, bi armanca avakirina şîyanên ciwanan û rahênana wan li ser şêwe û binçîneyên şopandina rewşa jinan û kesên xwedî pêdivîyên taybet li nav civakê û nirxandina pêdivîyên wan, li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, komxebateke rahênanê der barê “birêvebirina rewşê” bi cih anî.
Ev komxebat 20 kes lê beşdar bûn û maweya 2 rojan berdewam ma, tê de tekezî li danasîna birêvebirina rewşê û armanca wê, tûndîya li ser bingeha zayenda civakî, prensîpên birêvebirina rewşê, gavên birêvebirina rewşê, dabeşkirina rol û berpirsyarîyên karmendan di birêvebirina rewşê de, hinerên hevtêkilîyê bi komên armancgirtî re û nexşeya xizmetguzarîyan hate kirin.
Rahênera komxebatê di roja yekem de hejmareke rênima anîn ziman ku divê werin bicihkirin ji bo kêmkirina xalên lawazîyê yên li cem hin koman, wekî “sazkirina bernameyên ku tekezîyê li xweparastinê dikin ji bo xurtkirina parêzîyê, misogerkirina xwegihandinê ji bo xwedî pêdivîyên taybet û jinan, çareserkirina kêşeya dûrketina ji dibistanê û karkirina zarokan, bilindkirina asta bîrewerîya civakê der barê metirsîyên tûndîyê û binpêkirinên di mafên zarok û sîpeyan de”.
Di rahênanê de prensîpên herî giring ên pêkanîna binçîneyên navborî hatin şîrovekirin, ew jî ev in: “parastina raz û taybetîyan, dûrketina ji cêwazkarîyê, dûrketina ji zîyangihandinê, xwedî sincên pak bin, dijhevîya berjewendîyan”.
Di roja duyem a rahênanê da, gavên birêvebirina rewşê hatin gotûbêjkirin, yên wekî “naskirin û tomarkirinê, nirxandina rewşê, plana rewşê, bicihanîna planê, şopandin û lêveger û bidawîkirin”.
Komxebat, piştî ku komên kar hatin çêkirin, bi axiftina der barê nexşeya xizmetguzarîyan ya li herêmê û rola wê di pêşkêşkirina xizmet û baldarîyê da, her kes li gor biwara karê wan, hate bidawîkirin.
Ev komxebat di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe û rola ciwanan ya di warê karûbarên giştî de xurt bike.