Rêxistina PÊL – Reqa
PÊL hejmareke endamên Komîteya Ciwanan û hevalên wê li ser avakirina aştîyê rahênan kir, bi armanca xurtkirina aştîya dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de, bi serkêşîya keç û xortên ciwan ên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne, ev rahênan li bajarê Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hat lidarxistin.
Vê rahênanê tekezî kir li şêweyên hevtêkilîya çalak û sîmayên wê; “şêweyê şermok, şêweyê dijminane, şêweyê erênî”, hingê kesên ku dihatin rahênankirin li ser sê koman hatin dabeşkirin, da ku helwestên girêdayî her sê şêweyan bi gewde bikin.
Rahêner taybetîyên hevtêkilîya çalak bi kurtî dane xuyandin ku ew jî ev in: “Giringîpêdan, zimanê laş, nîşandêrî, hevtêkilîya dîtbar, dûrketina ji jihevqutbûnê, pêşnîyarkirina çareserîyan, gava kesek behsa kêşeyên xwe bike divê em neaxivin, rastgoyî, bi çavekî kêm li kêşeyê meze nekin”.
Rahênayîyan sûdên guhdarkirina çalak û rola wê di handana kesan de ku serborî û hestên xwe bi awayekî vekirî parve bikin, li gel mekanîzmên guhdarkirinê bi rêya rahênanên karekî got û bêj kirin.
Rahêner da xuyandin ku pêşkêşîyên ku rahênayîyan raber kir; ew tenê awayeke derbirandina nimûneyeke piçûk ji jîwarîyê ye, ku êdî pêkan be nêrîna civakê der barê hejmareke dozên heyî were destnîşankirin, her wiha sazkirina nêrîn û ramanên nû yên ji bo naskirina çawanîya serederîya bi wan re, bi awayine din ku alîkarîyê bikin û bandorên nerênî yên li kesan sivik bikin.
Di roja duyem û dawî ya rahênanê de, mijarên têgiha kêferatê û mekanîzmên sivikkirina tûndîya wê, cûreyên kêferatên ku mirov di rastîyê de tê de dijîn, li gel dara dahûrandina kêferatan girtin dest.
Di dawîya rahênanê de, nêrînên rahênayîyan hatin girtin, der barê çendî sûd ji vê rahênanê girtin, hingê nêrîna tevan yek bû ku çendî giring e tundî di çareserkirina pevçûn û kêferatan de neyê bikaranîn.