Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL di ronîkirina taxekê de li bajarê Reqayê dibe alîkar… projeyeke ku xizmeta 23,439 kesên ji niştecihên bajêr dike

PÊL di ronîkirina taxekê de li bajarê Reqayê dibe alîkar… projeyeke ku xizmeta 23,439 kesên ji niştecihên bajêr dike

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL hewl da pêhesîna bi ewlehîyê li yek ji taxên bajarên Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê xurt bike, bi rêya ku 407 amûrên ronîkirina kolanan dane Şaredarîya Gel, her wiha stûn û kebilên hevgihandinê bi wan amûran re bûn, ev yek li ser bingeha naskirin û gotûbêjên komî û rûniştinên bi xelkên taxê re da ku pêdivîyên wan nas bikin.

Gotûbêjên ji encama çalakîyên ku Komîteya Ciwanan ya PÊL û alîyên pêwendîdar û niştecihan bi cih anî, hate xuyandin ku gava ronahî hertim li taxa Mefreq Elcezra hebe, her çendî ku elektrîk qutkirî be jî; dîmenekî bedew û şaristanî û hem pêhesîna bi ewlehîyê û berdewamîya liv û tevgera jîyanê nîşan dide.

Beşdaran û kesên armancgirtî tekezî li wêneyê qalibgirtî kir, yê ku niştecihên bajarê Reqayê li ser vê taxê standîye, çimkî ew dibêjin ku ev tax ji alîyê ronîkirinê ve paşguhkirî ye, ev yek jî dihêle ku ew bibe deverek ji bedkaran re, lewre xwedîyên dikanan neçar dibin ku dikanên xwe zû bigirin.

Her wiha beşdaran alîyên erînî anîn ziman gava ku ronahî hertim hebe, wekî kêmkirina “tûndîyê û nebûna ewlehîyê, dîyardeyên nerênî û wêneyê qalibgirtî der barê taxê, ev yek jî dê bihêle tevgera jîyanê vegere taxê”, li gel ku ew projeyeke domdar û jîngeh-parêz e, çimkî ew bi wizeya elektrîkî ya paqij ronahîyê dide.

Êdî bi rêya jimaryarîyekê ku tîma PÊL pê rabû, hate xuyandin ku ev proje dê sûdê bigihîne 23,439 kesan ji niştecihên taxê.

Heta niha jî hîn karê siwarkirin van amûrên elektrîkê berdewam e, herî kêm ew dê di maweya hefteya bê de bi dawî bibe.

Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hate lidarxistin, bi armanca gihîştina aştîyeke dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de, bi serkêşîya keç û xortên ciwan ên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne.

Related Posts