Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, niştecihên bajarê Reqayê yên belgeyên wan ên nasnameyî tune ne bîrewer dike çawa wan bi dest bixin

PÊL, niştecihên bajarê Reqayê yên belgeyên wan ên nasnameyî tune ne bîrewer dike bê çawa wan bi dest bixin

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL, niştecihên bajarê Reqayê yên belgeyên wan ên nasnameyî tune ne bîrewer kir bê çendî pêwîst e wan bi dest bixin, hem jî awayên heyî yên pêkanîna vê yekê ji wan re da xuyandin, bi rêya çend çalakîyan ku ya dawî rûniştineke guftûgoyî bû bi serenavê “Belge”, da ku xebatên Komîteya Ciwanan ên di vî warî de û çendanîya sûdgirtina ji van xebatan werin nirxandin.

Hejmarek niştecihên ku li rûniştinê beşdar bûn gazin kir ku belgeyên wan ên nasnameyî tune ne ji encama şerê li welat û ji ber hin sedemên din jî; ku ew êdî nikarin herin û werin, her wiha nasnameya malbatî jî nadin wan, li gel ku ew ji mafên xwe bêpar mane; wekî mafê “hilbijartin”ê.

Hejmarek ji kesên armancgirtî, guhartinên ku di jîyana wan de çêbûne anîn ziman, piştî ku Komîteya Ciwanan bi wan re bû alîkar heta belgeyên xwe yên nasnameyî bi dest xistin, yên herî giring ev bûn: “Bidestxistina malbatnameyê, bi rehetî çûn û hatin, naskirina rênimayên bidestxistina belgeyên fermî û… hwd”.

Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hate lidarxistin, bi armanca gihîştina aştîyeke dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de, bi serkêşîya keç û xortên ciwan ên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne.

Related Posts