Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Belavbûna madeyên hişbir û bengîbûn”, mijareke ku bi awayekî berfireh di rûniştineke PÊL de li bajarê Reqayê hat gotûbêjkirin

“Belavbûna madeyên hişbir û bengîbûn”, mijareke ku bi awayekî berfireh di rûniştineke PÊL de li bajarê Reqayê hat gotûbêjkirin

Rêxistina PÊL – Reqa

Bengîbûna ciwanan li ser madeyên hişbir li taxa Cezra ya bajarê Reqayê gihîşte astekê ku tundîyê bi kar bînin da ku pereyan bi dest bixin ji bo kirîna van madeyan. Lewre kesekî hin kelûpelên mala xwe şewitandin ji ber ku pere pê re tune bûn ku van madeyan bikire. Li gel ku rewşên dizîyê li taxê zêde bûn.

Ev mijar di rûniştineke PÊL de bi serenavê “Algirtina Axaftina Aşkere li ser Mekanîzmên Rûbirûbûna Neyênî” ji alîyê mêvanên ku rojnameger, niştecih, şêx û rîspîyên êlan bûn hate gotûbêjkirin, bi armanca ku balê bikişînin ser bandora mekanîzmên rûbirûbûna neyênî, kişandina madeyên hişbir û belavbûna çekemenîyan.

Hejmarek ji beşdaran dît ku pêvajoya herî zehmet a kişandina madeyên hişbir “dermankirin” e, ji ber ku navend û kadirekî pispor û pêwendîdar li herêmê peyda nabe û dermankirin pir buha ye, li gel ku keda desthilata xwecihî ya ji bo adaptekirin û girtina bazirganên van medeyan tune ye.

Beşdaran anî ziman ku hin guvaşên civakî, abûrî û derûnî li ser ciwanan hene, ev jî dihêle ku ev ciwan madeyên hişbir bikişînin û tev li kom û alîyên çekdar bibin, her wiha hevaltîya kesên nebaş bikin. Ev guvaş jî herî zêde li penaberan tê kirin.

Di dawîya rûniştinê de beşdaran daxwaz kir ku bîrewerîyek bi metirsîyên kişandina madeyên hişbir li ser ragihandinê were weşandin, çalakkirina rola rêxistinên civaka sivîl, desthilata xwecihî, şêx û rîspîyên êlan di jinavbirina madeyên hişbir de, li gel damezirandina navendeke taybet bo dermankirina ji bengîbûnê.

Ev xebat hate meşandin da ku PÊL kar bike ku aştîya dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de xurt bike, bi serkêşîya hin ciwanên ku bi tundî û şermezarîya civakî bandor bûne.

Related Posts