Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Koma Lêveger a Mafên Mirovan bi PÊL re civîya da ku çalakîyên PÊL ên têkildarî kiltûra gelêrî got û bêj bikin

Koma Lêveger a Mafên Mirovan bi PÊL re civîya da ku çalakîyên PÊL ên têkildarî kiltûra gelêrî got û bêj bikin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL û Koma Lêveger a Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi hev re rûniştineke gotûbêjkirinê li dar xist, der barê çalakîyên PÊL ên têkildarî kiltûra gelêrî û xurtkirina aştîyê bi rêya hêzdarkirina bîrxaneya komî ya niştecihan.

Rûniştinê tekezî li yek ji mafên abûrî, çandî û civakî kir; ew jî: “mafê xwegihandina kiltûra çandî û xweşî jê wergirtinê”, ev yek bi pêşkêşîyeke PowerPointê hate xurtkirin ku PÊL parve kir û tê de çalakîyên xwe yên ji bo berzkirina kiltûra avahîsazî ya çandî ya herêmê û hem jî xebata PÊL a bicihkirina hin tabloyên bîrxaneya komî li hin deveran û li hin malên kesayetên cuda yên li Qamişloyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dane xuyandin.

Fadil Giûd, birêveberê projeyekê li PÊL, anî ziman ku kar li ser tê kirin ji bo amadekirina namilkeyekê ku giringtirîn avahîyên şûnwarî û kiltûrî yên li bajarê Reqayê vedihewîne, hem jî ciwan têne handan ku li kiltûra hevbeş a niştecihan bigerin, ji ber ku bîrxaneya hevbeş hêmaneke alîkar e ji bo avakirina aştî û bawerîyê, li gel tekezîya li xurtkirina bawerîya komên piçûk ên wekî êzîdîyan, bi rêya berzkirina çanda wan.

Birêz Giûd da xuyandin ku baldayîna ragihandinê bi belavkirina posteran çendî giring e, heger bi 3 zimanan be jî dê hîn baştir be gava derfet hebin, wekî tabloyên ku bi 3 zimanan “erebî, kurdî, suryanî” hatin amadekirin û li Qamişloyê hatin bicihkirin.

Her wiha birêz Giûd hevkarîya desthilata xwecihî ji alîyê bidestxistina destûrnameyên ji bo karê meydanî bilind nirxand.

Ev yek di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, bi armanca ku tevlêbûneke baştir pêk bîne û aştîyê û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê ava bike.

Related Posts