Rêxistina PÊL – Reqa
PÊL, bi armanca xurtkirina aştîya dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de, bi serkêşîya keç û xortên ciwan ên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne, li bajarê Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, civînek bi serenavê “Heval Wekî Avakerên Aştîyê (Koma Tûndîyê)” bi rê ve bir.
Ev civîna ku hejmareke niştecihên taxa “Mefreq Elcezra” û Komîteya Ciwanan lê beşdar bûn, mijarên mafê jinê, pêwîstîya hêzdarkirin û çalakkirina ciwanan li nav civakê, çawanîya hevkarîya di navbera jin û mêr de û rêzgirtina ramanên herdu alîyan, çendî Komîteya Ciwanan xwe gihande takekesên civakê û astengîyên herî berz ên di kar de toşî wan bûn, girtin dest.
Beşdaran di civînê de wêneyê qalibgirtî yê li ser erkên jinê di civakê de, mekanîzmên çareserkirina nakokîyên civakê, giringîya rahênanê ji bo xebatên sînordarkirina tûndîyê û çawanîya pêkanîna wê li nav civakê dan xuyandin.
Ev civîn bi armanca xurtkirina wekhevîyê di navbera herdu zayendan de, beşdarbûna di çareserkirina kêşeyên civakî yên normal ên di nav malbatê û di navbera hevalan de; li ser bingeha helwestên taybet ên ku gelek endamên civakê toşî wan dibin.