Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL algirîya lidarxistina civînên mehane bi Nivîsgeha Xizmetguzarîyê ya Bajarê Reqayê re dike

PÊL algirîya lidarxistina civînên mehane bi Nivîsgeha Xizmetguzarîyê ya Bajarê Reqayê re dike

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL, ji bo “algirtina lidarxistina civînên mehane bi Nivîsgeha Xizmetguzarîyê re”, bi armanca di bipêşxistina rewşa xizmetguzarîyê ya niştecihan û hêsankirina dabînkirina pêdivîyên wan de beşdar bibe, da ku bigihêjin aşitîyeke dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de, bi serkêşîya keç û xortên ciwan ên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne li bajarê Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, rûniştinek li dar xist.

Hejmarek niştecihên taxa Elcezra ya li bajarê Reqayê û endamên Komîteya Ciwanan li vê rûniştinê beşdar bûn, wan karê komîteyê got û bêj kir, yê ji bo bipêşxistina rewşa xizmetguzarîyê ya niştecihan û çawanîya lîstina rolekê li ser bingeha ku ew pirek bin di navbera encumena taxê û belavkirina bîrewerîyê de.

Hejmarek niştecihan dît ku civînên mehane bi Nivîsgeha Xizmetguzarîyê re dikare kêşeyên taxê bi berdewamî çareser bike, li gel ku beşdarîya wan hebû di çareserkirina kêşeyên tora avrêjîyê û hin kêşeyên din jî.

Niştecihan daxwaz kir, her piştî ku ev destpêşxerî bi dawî bibe jî, ku ev civîn her berdewam bimînin û agahîyên herî dawî ji wan re werin ragihandin, li gel ku pêkhateyên taxê yên cuda tev li vê destpêşxerîyê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Ciwanan sala bûrî li bajarê Reqayê hate damezirandin, bi armanca balkişandin ser kêşeyên taxa Mefreq Elcezra û çareserkirina wan, li gel afirandin û rahênana serkêşên civakî ku civakê ava bikin û bi pêş bixin.

Related Posts