Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Algirtina belavkirina kişkên nan”… PÊL hewl dide bi keda ciwanan jîyana niştecihên bajarê Reqayê hêsan bike

“Algirtina belavkirina kişkên nan”… PÊL hewl dide bi keda ciwanan jîyana niştecihên bajarê Reqayê hêsan bike

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL, bi serenavê “Algirtina belavkirina kişkên nan”, li bajarê Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê çalakîyek li dar xist, ji bo naskirina çendî Komîteya Ciwanan di destpêşxerîya belavkirina kişkên nan de beşdar bûye, bi armanca xurtkirina aştîya dadmend û gelemper di navbera keç û xortên ciwan de yên bi tûndî û şermezarîya civakî bandor bûne.

Hejmarek niştecihên taxa Mefreq Elcezra û endamên Komîteya Ciwanan li vê çalakîyê beşdar bûn.

Di rûniştinê de hejmarek pirs hatin pêşkêşkirin, pirsên der barê çendî niştecih destpêşxerîya belavkirina kişkên nan û giringîya wê nas dikin, zehmetîyên ku xelk dikişînin heta ku nan bi dest dixin, li gel naskirina bê çendî ev destpêşxerî bandorê dike ji bo çareserkirina kêşeya ku xelk ji ber wê zehmetîyan dikişînin.

Beşdaran da xuyandin ku giringîya vê destpêşxerîyê ew e ku “çareserkirina kêşeya belavkirina nan bi awayekî dadmend bê ku dizî yan tiştine din çêbibin, sivikkirina barên abûrî ji ser milê malbatan, li gel birêkûpêkkirina demjimêrên belavkirina nan û hwd”.

Vê çalakîyê niştecih han dan ku destpêşxerîyên bi vî rengî pêk bînin, yên ku dê xwedî bandoreke erênî bin di warê hêsankirina jîyana komên paşguhkirî de yên li nav civakê, bi rêya pêkanîna dadmendî û wekhevîyê di warê bidestxistina mafan de.

Girêdayî mijarê, PÊL sala bûrî serî li Komîteya Abûrîyê ya Bajarê Reqayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dabû, bi armanca naskirina awayê karê wê, nexasim karê girêdayî mekanîzma belavkirina nan li nav bajêr.

Related Posts