Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Rûniştineke hevbeş ku bandora binpêkirina mafê niştecihbûnê li ziman, li deverên dagirkirî got û bêj dike

Rûniştineke hevbeş ku bandora binpêkirina mafê niştecihbûnê li ziman, li deverên dagirkirî got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bi hevrêzîya li gel Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çand û Wêjeya Kurdî, li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hisiçaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî bi serenavê “Bandora Binpêkirina Mafê Niştecihbûn, Zemîn û Xweyîtîyê li Çand û Zimanê Kurdî” li dar xist.

Ev rûniştina ku ciwanine ji hemû pêkhateyên herêmê, rojnameger û alîyên çalak lê beşdar bûbûn, armanca wê zêdekirina bîrwerî û naskirina girîngîya parastina kiltûra çandî bû.

Beşdaran di rûniştinê de, binpêkirinên niştecihbûn, zemîn û kiryarên rêbazkirî yên di mafê çand û wêjeya kurdî de, li gel hevgirtina civakî û bandorbûna çand û zimanê kurdî bi binpêkirinênniştecihbûn û xweyîtîyê got û bêj kirin

Her weha beşdaran êrîşên çandî yên Tirkîyeyê, siyaseta tirkkirinê, talankirina şûnwarên dîrokî, guhartina sîmayên deverên ku Tirkîyeyê dagir kirine, li gel mîkanîzma fêrkirinê ya ku Tirkîyeyê li dibistanên Serê Kanîyê û gundewarên wê dide meşandin anîn ziman.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Kanîyê, ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku belgekirina binpêkirinên mafên niştecihbûn, zemîn û xweyîtîyê li deverên dagirkirî; Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî armanc digire.

Related Posts