Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Giringîya rola komîteya şêwirmendîyê û parastina mîrata çandî”… bi serenavî PÊL civînekê li dar dixe

“Giringîya rola komîteya şêwirmendîyê û parastina mîrata çandî”… bi vî serenavî PÊL civînekê li dar dixe

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL, bi komîteya şêwirmendîyê ya projeya Kanîyê û hejmarek çalakvanên bajarê Reqayê re, li kampa Tel El-Semin, ya ku penaberên bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê bi cih dibin, civînek li dar xist.

Ev civîna ku endamên komîteya şêwirmendîyê û hejmarek çalakvanên ji nav kampê lê beşdar bûn; armanca wê ew bû ku balê bikişîne ser giringîya rola komîteya şêwirmendîyê û pêwîstîya baldayîna parastina mîrata çandî.

Her wiha beşdaran tekez kir ku pêwîst e; “projeyên piştgirtina derûnî û civakî ji penaberan re werin zêdekirin, balkişanda ser bîrwerkirinê û derdkêşana penaberîyê bi taybetî alîyê girêdayî jidestçûna samanên wan, bicihanîna projeyên piştgirtin û hêzdarkirina jinên penaber yên di nav kampê da bi taybetî jinên ku semîyanên malê xwe ne, bicihanîna projeyên tendirustîyê ji ber lawazîya sektora bijîşkîyê ya li kampê, li gel damezrandina navendeke rêxistinê di kampê de”.

Ev civîn di çarçoveya projeya Kanîyê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, bi armanca piştgirtin û algirtina koçberan û xurtkirina mafên niştecihbûn, zemîn û xweyîtîyê li deverên ku Tirkîyeyê dagir kirine.

Related Posts