Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Rûniştineke guftûgoyî ku hewleke bo çareserkirina kêşeya av û karîzan

Rûniştineke guftûgoyî ku hewleke bo çareserkirina kêşeya av û karîzan

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, der barê kêşeya av û karîzan, girîngtirîn sedem û kêşeyên kêmbûna avê û astengîyên li pêş, di çarçoveya projeya Qamîşê de, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Alîyên pêwendîdar yên Gerînendeya Avê û Şaredarîya Qamişlo û şaredarîyên girêdayî wê, Nivîsgeha Tendirustîyê, Taqîgeha Gerînendeya Avê û hwd di rûniştinê de beşdar bûn.

Di rûniştinê de mijarên rewşa avê û karîzan, projeyên ku gerek bi cih hatibana û mîkanîzma bersivdana rewşên awarte gava ku rû didin hatin gotûbêjkirin.

Her weha rûniştinê xalên çalakkirina rola rêxistinên civaka sivîl, ragihandin, sazîyên kerta taybet, pêwîstîya xurtkirina rola şaredarî û welatîyan di birêvebirina kêşeyên avê û karîzan de, li gel zêdekirina bîrwerîyê di warê girîngîya avê û kêmkirina mezaxtina wê de anîn ziman.

Ev rûniştin di çarçoveya pêvajoya duyem ya projeya Qamîşê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ku beşdarîya di xurtkirina şiyanên welatî û şaredarîyan ya ji bo pêkanîna tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî de armanc digire.

Related Posts