Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Beşdarbûneke hevbeş ku PÊL û çend rêxistinên sûrî û navdewletî ji Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re pêş kêş dikin

Beşdarbûneke hevbeş ku PÊL û çend rêxistinên sûrî û navdewletî ji Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re pêş kêş dikin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL beşdarbûneke nivîskî der barê “Mafê Avê û Karîzan wekî Amrazeke Aştî, Xweparastin û Hevkarîyê”, ji rapora mijarane ya ji gera 78em ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re pêşkêşkirî ye re pêş kêş kir, bi beşdarbûna çend rêxistinên sûrî û navdewletî.

Naveroka peyama hevbeş ya ku “Rêxistina Pax, Komeleya Parazvanên Çemê Dicleyê, Sûrîyên ji bo Rasteqîn û Dadê, Desteya Jîngehê ya Devera Bendavê” tê de beşdar bûn; şayesa encamên şer li rewşa avê ya Îraq, Sûrîye, û Başûrî Sûdanê, ev deverên ku rêxistinên navbûrî li wan kar dikin, tê de hatin raberkirin.

Ev rêxistinên pêwendîdar, çend pêşniyarên bo baştirkirina rewşa ava ku sînoran derbas dike pêşniyar kirin, yên herî girîng ev in: “Piştgirîya avakirina aştîyeke jîngehî der barê dahata ava ku sînoran derbas dike, misogerkirina beşdarîyeke gelemper di birêvebirina dahatên avê de, xurtkirina çavdêrî û şopandina zemînê û pêkanîna dadmendîya avê, baştirkirina birêvebirina jîngehê li ser herdu astên niştimanî û neniştimanî, pêkanîna pîvan û mîkanîzmên nevdewletî yên birêvebirina dahatên ava ku sînoran derbas dike”.

Her weha PÊL bi tena xwe beşdarbûnek der barê rewşa avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêş kêş kir.

PÊL di beşdarbûna xwe de, kêmbûna rêjeya ava çeman li herêmê, bi taybet yên ji Tirkîyeyê diherikin; wekî “Xabûr, Ceqceq, Cemê Feratê” û qutkirina bimebest ya ava Êstgeha Elokê ya Serê Kanîyê ya ku Tirkîye û komên çekdar desteser kiriye anîn ziman.

PÊL di beşdarbûna xwe de anî ziman ku av “dozeke mirovî” ye, bi taybet li bajarê Hisiçayê û gundewarên wê, hem jî tekezî li pêwîstîya hevkarîya di navbera desthilatên xwecihî û rêxistinên pêwendîdar yên karûbarên jîngehê kir, bi armanca pêkanîna projeyên girêdayî doza avê yên dikevin xizmeta herêmê bi cih bînin.

Related Posts