Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Êzdîtî… Raman, Kiltûr û Resenî ye” civîneke guftûgoyî ku PÊL li dar xistiye

“Êzdîtî… Raman, Kiltûr û Resenî ye” civîneke guftûgoyî ku PÊL li dar xistiye

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL bi hevkarîya li gel Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û hevrêzîya li gel Mala Êzîdîyan, li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke guftûgoyî bi serenavê “Êzdîtî… Raman, Kiltûr û Resenî ye” li dar xist.

Beşdarên ji hemû pêkhateyan di civînê de dabaşa hêmanên siyasî û abûrî kirin, yên ku di encama wan de êzîdî di bin bihaneyên olî de ji alîyê dewleta Osmanî (Tirkîyeya nuha) ve hatin armancgirtin, hem jî kiryarên ku osmanîyan bi rêya fermanan di mafê êzîdîyan de kirin, anîn ziman.

Di civînê de vîdyoyek der barê êzîdîyên ku çaxê êrîşên osmanîyan yên berê û yên Tirkîyeyê yên dema nuha penaber dibûn hat pêşkêşkirin.

Her weha beşdaran bal kişand ser rola hunermend û rewşenbîran ya parastina kiltûrê û veguhaztina wê bi awayekî giştî, li gel pêwîstîya ku bibin destekdar di warê eşkerekirina binpêkirinên ku nasnameya herêmê ya çandî bi hemû awayan armanc digirin.

Beşdaran pêşniyar û çareserîyên ku koçkirina êzîdîyan ji deverên niştecihbûna wan yên resen rawestînin pêşniyar kirin; yên herî girîng: “Parastineke giştî ji wan re were dabînkirin, peymangeh û dibistanan ji wan re werin avakirin,  kesên ziyanlêbûyî werin qerebokirin û mafên wan wekî pêkhateyekê werin misogerkirin”.

 

Civîn di çarçoveya projeya “Kanî”yê de hat lidarxistin, ya ku piştgirtin û algirtina penaberan, xurtkirina mafên niştecihbûn, zemîn û xweyîtîyê armanc digire, bi rêya çalakîyên ku balê dikişînin ser derdkêşana penaberan ya girêdayî desteserkirina mal û samanên wan ji alîyê komên ku desthilata dagirker pişta wan digire ve.

Related Posts