Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Ji ve çalakkirina dîmendereke elektronîk û damezirandina nivîsgeheke gilîyan… hewlên PÊL bersivê ji alîyê şaredarîyê ve dibînin

Ji nû ve çalakkirina dîmendereke elektronîk û damezirandina nivîsgeheke gilîyan… hewlên PÊL bersivê ji alîyê şaredarîyê ve dibînin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Rûniştineke PÊL ya der barê hêzdarkirina karê şaredarîyê, bersivên hêja dîtin, ku piştî çar rojan ji rûniştinê, Şaredarîya Gel ya Tirbespîyê nivîsgeheke gilîyan damezirand, şaredarîyê jî soz da ku ew ê dîmendera elektronîk ya ku PÊL sala bûrî ji bo bîrwerkirinê siwar kir tê xin warê karkirinê.

Nivîsgeha Gilîyan

Roja 18ê gulana 2023yan, Şaredarîya Gel ya Tirbespîyê ya girêdayî Komîteya Şaredarîyên Qamişloyê, bi rêya malpera xwe ya Facebookê ya fermî, damezirandina Nivîsgeha Têkilîyên Gel ya di hundirê şaredarîyê de ragihand, ku ew taybet bo gilîyên niştecihan yên girêdayî karê şaredarîyê ye.

Ev yek piştî rûniştina ku PÊL roja 14ê heman mehê li dar xist pêk hat, ku hejmarek berpirsên pêwendîdar yên Şaredarîya Qamişloyê, çalakvan, rojnameger û hwd lê beşdar bûn, armanca wê ew bû ku projeya hêzdarkirina rola şaredarîyê û beşdarîya civakî ji nû ve bide destpêkirin.

Nesîm Murad hevserokê Şaredarîya Tirbespîyê ji PÊL re da xuyakirin ku: “Erkê nivîsgehê hevrêzkarîya bi komînan re û wergirtina gilîyên niştecihan e, ev yek jî li gor mîkanîzmeke birêkûpêkkirî bi rê ve diçe”.

Nêzîk… dîmendereke elektronîk di warê ji-nû-çalakkirinê de ye

Sala bûrî roja 28ê kanûna pêşîn, PÊL di bin sîwana yek ji destpêşxerîyên xwe, dîmendereke elektronîk li kêleka Şaredarîya Qamişloyê siwar kir, çimkî xaçerêyeke ku çar rê li wir digihêjin hevûdin, ev yek jî dihêle ku hejmara kesên ku dîmenên wê bibînin bêhtir bibe.

Sedema hilbijartina dîmendera elektronîk, ew e ku xwedî naverokeke karvedanî domdar e û ziyana wê li jîngehê li gor ya berhemên plastîk kêmtir e, hem jî li gor pêwîstî û rewşên guncaw cihê wê dikare were guhartin.

Ev dîmender wekî dikeke hevtêkilîyê di navbera şaredarî û niştecihan de ye, çimkî hejmarên têkilî, gilîkirin û rewşên awarte dide nîşandan, hem jî karên şaredarîyê û karûbarên ku di warê jîngehê de pêk tên pêş kêş dike.

Di rûniştina dawî ya projeyê ya girêdayî bipêşxistina mîkanîzma karê şaredarîyê de, wê soz da ku dîmender gava ku were pê xistin, dê wêne û agahîyên der barê deverên xwezayî û geştyarî yên niştecihên xwecihî derdikevine wan pêş kêş bike; wekî “Eyndîwar, Swêdîk, Cem Şeref û hwd”, li gel bîrwerkirina di warê parastina van deveran ji gemarê, hem jî posterên der barê boneyên fermî û cejnên xwecihî yên pêkhateyên herêmê dê werin pêşkêşkirin.

Navenda Ragihandinê ya Şaredarîya Gel ya Qamişloyê ji PÊL re da xuyakirin ku: “Planek ji bo pêxistina dîmendera elektronîk hatiye sazkirin, em ê bi gihandina elektrîkê dest pê bikin, piştre wêne û vîdyoyên ku naveroka wan nivîsên bîrwerane yên der barê paqijî, çakkirina bikaranîna av û elektrîkê, li gel baldayîna paqijîya giştî ji niştecihên bajêr re dê pêş kêş bike”.

Navenda Ragihandinê ev dîmender şayesand ku: “Ev dikeke bîrwerane bêhtirî ku dîmendereke bêliv be, ji ber ku armanc jê; bîrwerkirina civakê bi awayekî giştî ye”.

PÊL bi projeyên xwe yên ku piştgirtina hevgirtina civakî li herêmê, jin, ciwan û hêzdarkirina bîrwerîya jîngehî armanc digirin berdewam e.

Related Posts