Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Geşta hezar mîlî bi vînekê dest dike

Geşta hezar mîlî bi vînekê dest pê dike

Hena Ehmed çalakvana sivîl û dayika du zarokan, bi bîşrîna xwe tehlîtîya kêferateke berdewam bi dijminekî nedîtî re dinoşe, lê ew ji zaroktîya xwe ve dijwarîya vî dijminî hest dike, ji kêlîya ku ji dayik bû û lingê wê ji cih derketibû, vê yekê heta roja îro jî bandor li awayê meşa wê kiriye.

Hena li hember civakekê tê dikoşe ku ew civak bi xwe bû sedema ku rewşa wê di dema xwe ya guncaw de neyê dermankirin, ji ber ku bîrwerîya vê civakê kêm bû ku wê civakê bi xwe gotinên nelirê jê re digotin gava li dibistanê hewl dida hilkişe fêrgeha xwe ya li qata duyem bû.

Îroj, Hena jineke ku tekez kir; geşta hezar mîlî ne bi çend gavên licih dest pê dike, lê belê bi vîneke xurt, gava ku ji zanîngehê ji beşa civaknasîyê derçû, her weha di çalakîyên civaka xwe û rûniştinên rêxistinên xwecihî de ku di nav de PÊL beşdar dibe, da ku “gotûbêjan bike, dahûrandinan pêk bîne, nêrînên xwe derbibire û bîrwerîya xwe zêde bike”, bi vî awayî şopekê dihêle ku kesên xwedî pêdivîyên taybet têvelî civakê bike û rola wan ya çareserkirina kêşeyan hêzdar bike.

Gotinek wê heye ku tevaya hizira wê vedibêje: “Jinên ku ziyanên laşî dîtine, dikarin ji yên din bêhtir danê bikin, ji ber ku gava Xweda tiştekî dibe, tiştekî baştir dide, lewre ji bo ku em doza mafên xwe bikin yekîtîya me pêwîst e”.

Hena, ev jina kedkar û dayika berxwedêr ya ku di destpêka jîyana xwe ya hevjîntîyê de pirr zor û zehmetî kişandin di encama hewlên civakê ku wê tepeser bike, lê wê xwe radest nekir û projeyeke piçûk ya “karê destan” ava kir ku ne tenê xwedî pêdivîyên taybet tê de kar dikin, lê belê her kes, ew di projeya xwe de hêzdarkirina sîpeyan armanc digire. Her weha hewl dide vê projeyê berfirehtir bike, çimkî silogana jîyana wê; “Hêvîdarê xêrê bin hûn ê wê bibînin” û “Siberoj dê geştir be”.

Related Posts