Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL serî li Desteya Birêveberîya Xwecihî û Jîngehê ya Qamişloyê dide… da ku girîngtirîn projeyên nas bike…

PÊL serî li Desteya Birêveberîya Xwecihî û Jîngehê ya Qamişloyê dide… da ku girîngtirîn projeyên wê nas bike…

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL serî li Desteya Birêveberîya Xwecihî û Jîngehê ya bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da, bi armanca ku beşên desteyê, mîkanîzmên karê wê, projeyên ku bi cih tîne, projeyên ku lidar in û planên projeyên wê yên paşerojê nas bike.

Şoreşvan Elî serokê gerînendeya teknîkî pêşwazîya tîma rêxistinê kir, her weha beşên dahatina karmendan dan nasîn û erk û peywirên wan, çendîya girêdan û danûstandina wan bi niştecihan re, karê gerînendeyê yê têkildarî serperiştîya şaredarîyan ku bi rêya wan مخالفة tên dan, çendîya girêdana karê gerînendeyê bi karê şaredarîyê ve, li gel çawanîya hevrêzkarî û hevkarîya di navbera herdu alîyan de şîrove kirin.

Şoreşvan berztirîn projeyên ku desteyê bi cih anîne, anîn ziman; wekî “Damezirandina Navenda Baldayîna Zarokan li gundê Xeznayê ku zarokên sêwî û aware tê de bi cih dibin, êdî ji wan re dibe stargeh û pêdivîyên gerek bo jîyana xwe bi awayekî dirust berdewam bikin û perwerdeya xwe sergihayî bikin ji wan re peyda dike”.

Şoreşvan hin karên xwe dan xuyandin ku ji wan: Projeya avakirina Avahîya Jinê li taxa Bişêrîyê ku nuha tê bicihkirin, li gel projeyekê ku hatiye vekolandin ji bo xweşkirina Çemê Ceqceq û çandina daran li derûdora wî û kolana bîrên ku avê bidin çem, hem jî ragihandina giştînameyekê ji şaredarîyan re ku tu kolanan zift nekin heta ku jêrxaneya wan ya av û avrêjîyê were çaksazkirin.

Ev serîlêdan di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat meşandin, ya ku beşdarbûna di xurtkirina rola ciwanan ya avakirina aştîyê û parastina jîngeha Herêma Cizîrê de armanc digire.

Related Posts