Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kulîlkên di nav Herîyê de Dipişkivin

Kulîlkên di nav Herîyê de Dipişkivin

Di vê dema ku keç û xortên ciwan di nav jana şerê Sûrîyeyê de dijîn, xewna koçkirina ber bi welatine din ve ew dîl girtine, welatine ku pêdivîyên jîyanê ji wan re dabîn bikin û xewn û xeyalên wan hembêz bikin. Di vê demê de 25 keç û xortên ciwan di çarçoveya tîma “Artist Team” de li hev kom bûn, hewl didin tovên hêvîyê di nav hevnifşên xwe de biçînin û wan ji newalên bêhêvîtîyê hilbikin û bi rêya hunerê balê bikişînin ser mijar û dozên civaka xwe.
Ev tîm bi ramanekê ji alîyê xortê bi navê Dilyar Ehmed ve hate destpêkirin, Dilyar ji destpêka vê salê ve ew yek ji xwebexşên Rêxistina PÊL e û bi du hevalên xwe re li rûniştinên hêzdarkirin û amadekirina ciwanan yên di çarçoveya projeyên PÊL de beşdar dibe.
Ramana wî sala 2022yan rêya xwe ber bi ronahîya hetavê ve kola, ew jî bi piştgirîya Navenda Malva ya Çand û Hunerê û Rêxistina Marî ya Geşepêdanê.
Vê tîmê bi wergirtina kêşe û arîşeyên ciwanan dest bi karê xwe kir, ev kêşeyên ku vê tîmê bi rêya şanoyên watedar armanc girtin ku di nav de pendewerî û şîretên der barê bengîbûna telefonên zîrek, koçbûna li deverên me berbelav e û bandora wê li herêmê û hin mijarên din ku girêdayî rewşê ne, li gel lidarxistina rûniştinên guftûgoyî.
Tevî ku 3ê sîpe ji wan ji ber jîyê wan yê piçûk bi çavekî kêm dihatin dîtin, lê wan dest bi nivîsîna du pirtûkan kir; yek bi zimanê erebî û ya din bi kurdî, her pirtûkek ji 10 kurteçîrokan pêk dihat ku tê de rewşa Sûrîyeyê û zehmetîyên ku hevnifşên wan dikêşin, şayesandin. Her weha 25 tabloyên hunerî nîgar kirin ku coş, kelegermî û hestên hundirê wan derdibirin. Hem jî şanoyek pêş kêş kirin. Ev hemû tenê di çarçoveya destpêşxerîyekê hatin birêvebirin.
Ev destpêşxerîya ku van ciwanên xwîngerm dest pê kir; 6 mehan berdewam ma, di vê maweyê de hejmara kesên tev li tîmê dibûn her ku diçû zêde dibû. Navê wê jî ji awayê pêşkêşkirina ramanan hatiye wergirtin, çimkî bikaranîna wan ji hunerê re hişte ku navê wan bibe Tîma Hunermendan, ev jî wergera navê wan yê bi zimanê ingilîzî ye.
Piştî demekê ev tîma ku nih ava bûye, dest bi destpêşxerîyeke din kir ku bi navê “Çîroka Me ya Îro” ye, vê destpêşxerîyê 500 zarok armanc girtin û di holên rêxistinên civaka sivîl di maweya 8 rûniştinan de çîrok ji zarokan re pêş kêş kirin.
Ji vir û pê ve, rê li pêş tîmê vebû ku têkilîyên wan bi çend rêxistinan re çêbibin, ev rêxistin bi wan re bûn alîkar ku çalakîyên xwe li navendên wan bi cih bînin. Her weha bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî bi kampanyayeke belavkirina broşoran rabûn li bajarê Qamişloyê.
Niha jî ev tîma xweser li ser destpêşxerîya “Pev re Mezin Dibin” kar dike ku 20 keç û xortên ciwan armanc digire, da ku bi rêya “nîgarkêşî, wênegirî, şano, nivîsîna çîrokan û çalakîyên zarokan” balê bikişînin ser dozên ku rû bi rûyî wan dibin.
Tevî kêmbûna derfetên li ber wan, lê ciwanên ku çavên xwe vekirin û xwe di nav şer de dîtin; hewl didin milên xwe bispêrin hevûdin û arîşeyên ku rewşa civakî li wan sepandiye, çareser bikin, bi rêya şandina peyamên hunerî yên girêdayî rewşên civakî yên ku tê de dijîn, hem jî hevnifşên xwe han didin ku zend û bendên xwe badin û karekî kêrhatî bo xizmeta civak û welatê xwe bikin.
Dilyar Osê û tîma xwe hêvî dikin ku li komxebatên rahênanê yên PÊL li dar dixe, beşdar bibin, bi armanca ku sûdeke herî baş bi dest bixin, ev yek jî dê bi awayekî erênî li karê wan reng vede.
Pirs li vir dimîne, gelo ev kulîlkên nû dipişkivin dê bihêlin ku ev rewşên dijwar zora wan bibin, yan jî dê bedewbûn û hilma xweş ya pelên wan jîyanê bixemilînin tevî pirbûna herîya ku rewşa wan dinixumîne?
Nêrîna xwe bi me re parve bike?

Related Posts