Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bo xurtkirina bandora welatîyan li biryarên birêveberîya xwecihî… PÊL komxebateke rahênanê der barê hinerên têkilîyê bi ve dibe

Bo xurtkirina bandora welatîyan li biryarên birêveberîya xwecihî… PÊL komxebateke rahênanê der barê hinerên têkilîyê bi rê ve dibe

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bi armanca hêzdarkirin û piştgirtina şiyanên welatîyan û xurtkirina beşdarbûna wan di biryarstandinê de û bandorkirina li biryarên birêveberîya xwecihî da ku li gor pêdivîyên welatîyan bin, bi rêya lidarxistina rûniştinên gotûbêjan ku di çarçoveyeke pêkan de daxwaza mafên xwe bikin, li navenda xwe ya li bajarê Hisiçaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “Hinerên Têkilîyê û Hevtêkilîya Çalak” bi cih anî.

Ev komxebata ku 20 kes armanc girtin, mijarên danasîna pêvajoyên dîrokî yên bipêşketina têkilîyê, pênasekirina rêkarîya hevtêkilîyê, girîngîya wê di jîyana me de, hêmanên wê, awa, celeb û dîtaneyên wê, astên rêkarîya hevtêkilîyê, mîkanîzmên kontrolkirina wê, armancên hevtêkilîya çalak, astengîyên hevtêkilîyê û pêkanînên wê girtin dest.

Komxebatê 20 awayên hevtêkilîya çalak şîrove kirin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Xabûr-2yê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di xurtkirina şiyanên welatîyan yên piştgirtina aramîyê armanc digire, da ku beşdarbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî pêk were.

Related Posts