Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, komîteyeke şêwirmendîyê li kampa Tel El-Semin ya li Reqayê dadimezirîne ku nûnertîya koçberên Girê Spî dike

PÊL, komîteyeke şêwirmendîyê li kampa Tel El-Semin ya li Reqayê dadimezirîne ku nûnertîya koçberên Girê Spî dike

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL, li kampa Tel El-Semin ya li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi serenavê “Xurtkirina Rola Qurbanîyan ya Serkêşîya Belgekirina Binpêkirinên Mafên Xweyîtî, Zemîn û Niştecihbûnê”, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Di vê rûniştinê de 21 koçberên ji Girê Spî û gundewarên wê beşdar bûn, bi rêya vê rûniştinê beşdaran armanca projeya Kanîyê, rola wê di rêkarîya belgekirinê û giringîya vê rêkarîyê bo mafê xweyîtîyê nas kirin. Di heman dema zêdebûna kiryarên desteserkirina samanên xelkê û avakirina komelgehên niştecihbûnê li Efrînê, li gel rêkarîyên guhertina demografîk yên li Serê Kanîyê, Girê Spî û Efrînê tên meşandin.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî 6621 koçberên ku ji 1261 malbatê ne li kampa Tel El-Semin bi cih bûne, piranîya wan jîmezin, zarok û jin in, li gor agahîyên ku hin ajansên xwecihî ragihandin.

Hejmarek pêşnîyar ji vê rûniştinê hatin encamgirtin, yên herî giring ev in; “Wergirtina govanîyan ji deverên cuda yên Girê Spî, serokên komîn û sektoran ji bo dîyarkirina giringîya belgekirina binpêkirinan ji koçberên din re kar bikin, li gel damezrandina navendeke Rêxistina PÊL li kampa Tel El-Semin”.

Her wiha komîteyeke şêwirmendîyê bo projeya Kanîyê ji alîyê beşdaran ve hat avakirin, ew nûnerên Girê Spî û gundewarên wê ne, ev komîte ji 8 endaman pêk tê.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Kanîyê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, bi armanca piştgirtin û algirtina koçberan û xurtkirina mafên niştecihbûn, zemîn û xweyîtîyê li deverên ku Tirkîyeyê dagir kirine.

Related Posts