Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Piştî çend sal di ser çaksazkirina re derbas bûn… rehjena jîyanê vedigere Baxçeyê Sûrê Reqayê

Piştî çend sal di ser çaksazkirina wê re derbas bûn… rehjena jîyanê vedigere Baxçeyê Sûrê Reqayê

Rengên gul û kulîlkan û şînatîya daran; dîmenê jîyaneke xweş dide #Baxçeyê_Bab_Bexdad ê li rojavayê Sûrê Reqayê yê Şûnwarî ku bi navê “Sûrê Rafîqa”yê tê naskirin û serdema avakirina wî vedigere sala 772yan zayînî.

PÊL bi hevkarîya #Komîteya_Çandê_û_Şûnwaran a girêdayî Encumena Reqayê ya Sivîl, sala 2021ê dest bi çaksazkirina vî baxçeyî kirin.

Ew jî wekî #deverên_şûnwarî yên din; sûrê bi dirêjahîya nêzî 5 kîlometreyan û dewrûbera wî rastî xirabkirinê hatibû, ji encama şerê ku rû da piştî ku #Rêxistina_Dewleta_Îslamê #”DAIŞ”ê sala 2014an bajar desteser kir.

PÊL, 10 kursîyên ku serdêr li serê rûdinin û 8 zembîlên gilêşê li baxçeyî bi cih kirin, hem sûrê wê yê ji alîyê derve ve çaksaz kir, piştî ku stirî rakirin û derdor paqij kir, hem jî dar, darok û gul lê çandin.

Her wiha da ku xelkê han bidin ku her çaxî biçin serdana baxçe, wan #şewq li baxçe #siwar_kirin, bi vî awayî di dawîya meha gulanê ya heman salê de karên çaksazkirinê bi dawî bûn.

#PÊL, hewl dide hevgirtina civakî li bajarê Reqayê xurt bike, bi rêya xurtkirina têkilîyan di navbera #civakên_xwecihî û xurtkirina hevkarîyê di navbera dam û dezgehên Birêveberîya Xweser û alîyên civaka sivîl de, da ku hukumdarîya hevbeş û gelemper bi rêya #hêzdarkirina_şîyanên_xwecihî pêk bîne.

Related Posts