Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Tengezarkirina Elektronîk”… dîyardeyeke xwedî bandorên neyênî ku awayin bo sivikkirina dijwarîya pêwîst e

“Tengezarkirina Elektronîk”… dîyardeyeke xwedî bandorên neyênî ku awayin bo sivikkirina dijwarîya wê pêwîst e

Rêxistina PÊL – Tirbespî

Têgiha “Tengezarkirina Elektronîk” vê dawîyê pir berbelav bûye, derencamên wê jî bi awayekê neyênî reng li civakê vedidin, lewre divabû awayine rûbirûbûna vê dîyardeyê werin peydakirin, bi rêya naskirina berztirîn sedemên wê û çawanîya xwe-parastinê. PÊL ev xalên jorîn, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rûniştineke guftûgoyî de got û bêj kirin.

Ev rûniştina ku 19 kes lê beçdar bûn, bal kişand ser wê yekê bê çawa hin kes internetê û teknîkên girêdayî wê keysbaz dikin bi armanca ku bi mebest û berdewamî zîyanê li kesên din bikin.

Vîdyoyek di rûniştinê de hat pêşkêşkirin ku awayên tengezarkirina elektronîk dide xuyandin, wekî “zimandirêjî û acizkirin, kirêtkirina navûdengîyê, xwe kirina kesatîyeke din, peyketina elektronîk, ji nav xwe derxistin, dûrxistina elektronîk, sîxurgerî, xapandin û şantajkirin”.

Beşdar li ser çend koman hatin dabeşandin her komekê bandorên tengezarkirina elektronîk li civakê û li kesên armancgirtî got û bêj kirin.

Van koman hejmarek pêşnîyar û çareserî pêş kêş kirin ku dikarin vî awayê tengezarkirinê sînordar bikin; wekî “bersiva gotinên kirêt nedin, xweyîya xwe bipejirînin, hinerên rêzdarî û dilpêvehîyê xurt bikin, bacên darayî bo sînordarkirina vê dîyardeyê werin sepandin, rûniştinên bîrwerane yên ciwanan armanc digirin, werin pirkirin”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de ya PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts