Rêxistina PÊL – Reqa
Kolana ku qorzîya rojavayê bakurê Baxçeyê Îstîqlalê û çerxerêya peykerê ya bajarê Reqayê digihîne hev; ji reştarîtîyê bû kolaneke ku xelk bi şev bê tirs tê re derbas dibin, piştî ku PÊL tora elektrîkê ya taxa Te’mîr çaksaz kir.
Piştî ku Rêxistina Dewleta Îslamî DAIŞ derbasî bajêr bû û şerên ku ji ber hebûna DAIŞê li bajêr qewimîn, hem jî wêranîya mezin a gihîşte tora elektrîk û avê û avahîyan, êdî bajarê ku bi ser Çemê Feratê ve; bû wareke batirsokan ku mirov nikarin tê de bijîn, ji ber wêranî û qezayên ku li qorzîyan rû didan.
Îcar piştî DAIŞ ji bajêr hat derxistin, karên çaksazkirin û avakirinê hatin destpêkirin. PÊL berî çar salan pêwîstîyên elektrîkî yên ji bo çaksazkirina tora elektrîkê gerek in pêş kêş kirin.
Şaredarîya Gel hevkarî li gel PÊL kir, hingê wê karkerên pêwendîdar û makîne û amûrên gerek dabîn kirin heta kar gihîşte dawîyê, di encamê de, 10 stûnên elektrîkê hatin çaksazkirin û duyên din hatin siwarkirin, xetek di erdê de ji bo dirêjkirina kebilekî hat kolan û temirandin, li gel ku amûrên ronîkirinê hatin siwarkirin û tora elektrîkê ji bo vêxistinê hate amadekirin.
Karê PÊL li bajarê Reqayê armanca wî ew e ku piştevanîya hevjîyana aştîyane bike û şîyanên xwecihî xurt bike, da ku hevgirtina civakî û hukumdarîya hevbeş û gelemper pêk bîne.