Rêxistina PÊL – Qamişlo
Di rûniştineke nirxandina xebatên projeyeke PÊL de yên têkildarî beşdarbûna di warê xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de, bi armanca pêkanîna tevlêbûneke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê; hejmareke beşdaran bang kir ku pêwîst e pêşekî werin dayîn da ku giringtirîn pêdivîyên girêdayî karên şaredarî û komînan û hem jî erkên welatîyan werin destnîşankirin.
PÊL, ev rûniştin li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi beşdarbûna hejmareke alîyên çalak, niştecih û xwebexşan li dar xist.
Berî vê rûniştinê, PÊL rapirsînek belav kir, bi rêya wê hewl da nêrîn û pêşnîyarên niştecihan nas bike, yên ji bo baştirkirin û bipêşxistina karên şaredarîyan û mekanîzmên têkilîya bi şaredarîyê re, li gel xurtkirina rola komînên xwecihî û çalakkirina wan bi awayekê baştir.
Her wiha beşdaran karê PÊL ê sala bûrî nirxand, ji giringtirîn mijarên ku hatin pêşkêşkirin, ev bûn: “Mekanîzmên serederîya bi agirvedan û bobelatên xwezayî ra, kampanyaya paqijkirina Çemê Ceqceq, destpêşxerîya parastina kiltûrê, cenerator û gemarbûna jîngehê û hwd”.
Beşdar geşbîn bûn ku ev sala hatî karên bi şaredarîyan re baştir bibin, hem jî kar û destpêşxerîyên berê werin bipêşxistin, li gel ku pêşnîyarên nû yên ji bo hevkarîya bi şaredarîyan re hatin pêşkêşkirin, tenê ew li bendê ne ku bikêrhatina van pêşnîyaran li ser erdê were peyitandin heger hatin bicihanîn.