Rêxistina PÊL – Reqa
PÊL, hewl da piştgirîyê bide hejmareke kesên li bajarê Reqayê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, yên ku belge û nasnameyên xwe winda kirine bi rêya vedîtina çareserîyên ku dikarin alîkarîya wan bikin da ku belgeyên nû derxin, her wiha PÊL zehmetîyên ku vî karî asteng dikin dane naskirin.
Ev xebat di çarçoveya projeya PÊL de hate birêvebirin ku armanca wê ew bû ku “aştîya gelemper û dadmend di navbera her du zayendan de xurt bike, bi pêşengîya keç û xortên ciwan ên bi tundî û şerma civakî bandor bûne”.
Destpêkê, PÊL rûniştineke amadekarîyê ji komîteya ciwanan re çêkir, hingê xwest komîteyê han bide ku hevdîtinan çêkin bi hin kesên ku belgeyên xwe di maweya şerê Sûrîyeyê de yan bi awayine din winda kiribin, piştre bi alîyên pêwendîdar re bicivin da ku vê kêşeyê got û bêj bikin”.
Di gava duyem de, komîte bi berpirsên mezin û rîspîyên êl û eşîran re rûniştin da ku der barê çawanî û mekanîzmên derxistina belgeyan û kaxezên pêwîst pirsan zelal bikin, wekî “derxistina qeyda sivîl a kesane, rewşa malbatî û nasnameya malbatî ya ku ji Nivîsgeha Arşîva Sivîl a girêdayî Rêveberîya Xweser tê derxistin û hwd ji kaxezên pêwîst”.
Piştî vê gavê, bertekên civaka xwecihî yên der barê rênimayên belgekirinê hatin wergirtin, bi rêya ku bi hejmareke kesên ku toşî vê kêşeyê dibin, da ku çawanîya derxistina belgeyan û hem jî zehmetîyên ku rû bi rûyî alîyên pêwendîdar dibin gava belgeyan pêş kêş bikin ji wan re şîrove bikin, li gel ku çawanîya bidestxistina kerta hatî û serdêran ji wan re dane naskirin”.
Komîteyê mekanîzma bidestxistina belge û karê kesên armancgirtî û karê alîyên pêwendîdar şopand, bi armanca ku ezmûna hejmareke niştecihan a bidestxistina belgeyan were nasîn, hem jî beşdarîya vê komîteya ciwanan were nasîn ku ji niştecihan re şîrove kirin çawa belgeyên xwe bi dest bixin û berê xelkê didan navend û alîyên pêwendîdar.
Di dawîya karê li ser vê dosyayê de, çalakîyek hat lidarxistin, bi armanca naskirina heger niştecihên civakê yên armancgirtî fêrî mekanîzma belge û kaxezên nasnameyê bûne û çawa dikarin van agahîyan li nav civakê belav bikin.
PÊL, di destpêka projeya xwe de ya li bajarê Reqayê, komîteyek ji 12 keç û xortên ciwan ên taxa Mefreqa Cizîrê ya bajarê Reqayê damezirand, da ku di dagirtina valahîya di navbera ciwanan û desthilata xwecihî de beşdar bibe, li gel ku ji bo serkêşîya civakê ber bi pêş ve werin xurtkirin.