Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Di du rûniştinên PÊL de yên der barê rewşa sîyasî û jîngehî li herêmê, beşdaran lêkolîn û dahatên ji bo bipêşxistina projeyên jîngehî xwestin

Di du rûniştinên PÊL de yên der barê rewşa sîyasî û jîngehî li herêmê, beşdaran lêkolîn û dahatên ji bo bipêşxistina projeyên jîngehî xwestin

Rêxistina PÊL – Tirbespîyê / Qamişlo

Di rûniştineke PÊL de, hejmarek ji beşdaran daxwaz kir ku sûd ji zanîngehên xwecihî were girtin ji bo bidestxistina lêkolîn û dahatên ji bo projeyên jîngehî ji şaredarîyan re, piştî ku di çend rojên dawî de niştecihên bajarê Tirbespîyê ji dûmana pir a ku sê rojan berdewam ma gazin kir, ew dûman jî ji encama ku qaseyên mezin ji paşmayîn û gilêşê nêzî bajêr hatin şewitandin.

Ev xebat di du rûniştinên PÊL de der barê “rewşa sîyasî û jîngehî” hatin birêvebirin, yek ji wan li Qamişloyê û ya din li Tirbespîyê, di çarçoveya projeya PÊL de ku bi rêya wê hewl dide di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de beşdar bibe, da ku rola ciwanan di karûbarên giştî de xurt bike.

Nûnerên niştecihan û yên şaredarî û partîyan û hem jî çalakvanên sivîl li van rûniştinan beşdar bûn, tê de mijarên bandora hêmanên sîyasî û jîngehî li jin, ciwan û astengdaran, her wiha rola rêxistinên civaka sivîl, partî û ragihandinê di bicihanîna aramîyê û hevgirtina civakî de, li gel sînordarkirina gemarîyê li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Beşdaran di her du rûniştinan de mijarên têkildarî “gemarîya ji encama zevîyên petrolê û ya sotemenîyê ku zîyanê li niştecihan û dexlûdanan dike, baldana kêm ji cûbaran re ku ji ber paşmayîn û gilêşa diavêjin  nav dibin jehr û bektiryayên zîyanker belav dikin, çaksaznekirina torên avrêjîyê yên di ber avê re nagihên gava baran dibare, li gel berfirehbûna rûberên avahîyan yên ku rûberên şînatîyê yên berfireh tune dikin” got û bêj kirin.

Hejmarek ji beşdaran da xuyandin ku mijarên jîngehê dubare û sêbare hatine gotûbêjkirin, lê rewşa sîyasî di vî warî de dibe asteng, ji ber hin mijarên jîngehî pêwîstîya wan bi çareserîyeke sîyasî heye, wek ku “Tirkîye keysbazîya çavkanîyên çeman rawestîne”.

Girêdayî mijara şewitandina gilêşê, nûnera şaredarîyê da xuyandin ku hejmarek niştecihên nenas ew komên gilêşê yên nêzî bajêr şewitandin û heta niha jî ew nehatine naskirin û bi awayekî yasayî nehatine sizakirin.

Di encama her du rûniştinan de, hejmarek pêşnîyar hatin pêşkêşkirin ku dikarin rewşa jîngehê li herêmê baştir bikin, wekî: “Bicihkirina yasaya parastina jîngehê û çalakkirina sîstema binpêkirinan, amadekirina ragihandineke peygerînî ku karûbarên niştecihan û projeyên ku tên bicihkirin bişopîne, berdêl ji parzûnkirina petrolê ya bi rêya şewitandinê re were dîtin, piştgirtina cotkaran û handana çandinîyê, li gel handana projeyên ciwanan ên berhemdêr”.

Related Posts